'Netewa demokratîk yekîtiya gelan ava dike'

Endamê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cuma Kalo got:“Fikrê netewa demokratîk dijminahiya ku ji aliye deshilatdaran ve di navbera pêkhateyan de hatiye çandin, tune dike.”

Endamê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cuma Kalo got: “Felsefeya neteweya demokratîk li ser bingeha şerê li dijî fikrê netewperest a desthilatdar a ku hewl dide karînên gelên din kontrol bike, ava bû.”

Girêdayî projeya neteweya demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan li pêş dixe Kalo got: "Ji destpêka serdema 20`an ve Rojhilata Navîn di kirîzên mezin re derbas dibe. Dewleta netewperest wê demê mîna çareseriyê bû. Lê gelên ku di dirêjahiya dîrokê de li ser axa xwe dijîn, berdêla wê dan. Bi zêdebûna fikrê çewisandinê yê dewleta netewperest û rêgeza şofînî re ya ku yek fikir, yek ziman û yek reng ji xwe re dike bingeh, temenê ku gel dide bilind bû. Têgeha dewleta netewperest hişt ku civak bi giştî hilweşe. Gelek çandên ku li ser vê axê di dirêjahiya hezar salan de diman qir dibe. Bûyerên li Sûriyê rû didin ji şer, kuştin û wêrankirina berhemên dewleta netewperest e.”

Kalo ev li gotinên xwe zêde kir: "Tevahiya dewletên ku destwerdana Sûriyê kirine, girîngî nadin çareseriya aloziya Sûriyê bi qasî ku ji bo wan girîng e aloziyê bi rêve bibin û berjewendiyên xwe li Sûriyê biparêzin."

Kalo bal kişand ser ku siyaseta li Rojhilata Navîn tê meşandin, ne tenê pêvajoyek e, yan jî veguhestina ji rewşekî ber bi rewşek din ve ye lê belê encama siyaseta ku bi baldarî hatiye meşandine. Kalo got: “Gelek kes çavdêriya pêkhanîna vê siyasetê kirin. Fikrê netewperest ê ku li ser gel hate ferzkirin, bû sedema gelek dozan, aloziyan û belavbûna fikrê taîfî û netewperestî."

Kalo wiha pê de çû: "Dewleta netewperest a li Sûriyê nakokiya taîfî li welêt teşwîq kir. Ji ber ku mayîna wê bi zêdebûna asta nakokiyan girêdayî ye. Yekitiya gelan ne ji berjewendiyên dewleta netewperest e."

Kalo îşaretpê kir ku bûyerên li Sûriyê rû didin, şerê bi wekîlan e û wiha axivî: “Gelek dewletên ku mudexeleya Sûriyê kirine, pişta xwe dan fikrê taîfî yê ku di destpêka aloziyê de derketiye. Ew dewlet ne tenê şerê fikr dike lê belê şerê dîrokê jî dike, bi rêya wêrankirina cihên dîrokî. Bûyerên li Efrîn, Til Helef, Tedmur û kelaha Hisnê çêbûne bi bîr xistin.”

Di berdewama hevdîtinê de Kalo bal kişand ser helwesta Sûriyê ruxmê salên şer ên direj û got: "Ideolojiya fikrê netewperest heta îro guhertinê qebûl nake. Hewl dide Sûriyê vegerîne beriya 2011`an. Ji aliyekî din ve fikrê olî ya ku dewleta Tirk bi serkêşiya Erdogan birêve dibe, hewl dide timayên pêşiyên xwe yên Osmanî vejîne. Ji ber wê ola bikar tîne da ku ajandeyên xwe pêk bîne. "

Di nav gotinên xwe de Kalo behsa rastiya têgeha neteweya demokratîk kir û got: “Bi hatina ideolojiya neteweya demokratîk û projeya biratiya gelan re, li herêmê pêşketinek çêbû. Ev ne lêhatinek e yan jî encama kirîzê ye. Lê belê berhema Rêber Abdullah Ocalan. Rêber Abdullah Ocalan awayekî kûr dîroka herêmê, gelên wê û şaristaniyên ku li ser vê axê rabûne, lêkolîn kir."

Kalo wiha domand: "Rêber Abdullah Ocalan rêzepirtûk amade kirin. Em dikarin wê bi fikrê Rêber Abdullah Ocalan di dîroka nûjen de bi nav bikin. Bi armanca vedîtina çareseriyên bingehîn ji pirsgirêkên Rojhilata Navîn re. Bi taybet Sûriyê. Cîhan dikare sûd ji vî fikrî bigire da ku ji nakokî, şer û kerastan xilas bibe. Ji ber ku li ser fikrê jiyana hevpar di navbera tevahiya pêkhateyan de ava dibe, ne ku her kes yê din ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe bikar bîne. Felsefeya neteweya demokratîk li dijî fikrê netewperest a zordest e. Yê ku hewl dide karînên gelên din kontrol bike. Her wiha projeya neteweya demokratîk dixwaze dijminahiyê di navbera pêkhateyan de bidawî bike. Bi tevahiya kêmneteweyan û olan îtîraf dike.” 

Her wiha Kalo diyar kir ku biryarên xwedî fikrê netewperest û olperest, armanc dikin felsefeya neteweya demokratîk tube bikin. Kalo got: “Ji ber ku li ser hebûna xwe xeter dibînin. Fikrê netewperest li ser ezezî ava bûye. Ji ber wê gelên din ên Sûriyê paşguh dike. Bi gelên ku di dirêjahiya hezar salan de li ser vê axê jiyane îtîraf nake. Paşguhkirina pêkhate û zimanan û afirandina kîn û aloziyan di navbera pêkhateyên civakê ji xwe re kiriye bingeh da ku civakê kontrol bike. Bûyerên Serhildana Qamişlo a 2004`an mînaka vê yekê ye.”

Kalo diyar kir ku ew teqez e ku herêmên herî ewle li Sûriyê, herêmên Rêveberiya Xweser in ên ku rêgeza neteweya demokratîk û biratiya gelan ji xwe re kirin bingeh û pêk anîn.

Kalo wiha domand: "Rêveberiya Xweser rastiya helwesta xwe di birêvebirina aloziya Sûriyê de isbat kir. Her wiha isbat kir ku ji bo pêşeroja Sûriyê ew projeya herî guncew e. Lê ev tişt ne li gorî fikrê netewperest û olperest bû. Lewra şerê projeya Rêveberiya Xweser dikin û di nav hev de li ser mijrara dagirkirina Efrînê û herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê lihev kirin. Êrişa hovane ya Tirkiyê li dijî Efrînê rastî ragihandina serferberiyê ji hêla êlên Ereb, Asûr, Ermen û Turkmen jî hat. Bi hezaran ciwanên wan êlan tev li parastina destkeftiyên herêmê, biratiya gelan û jiyana hevpar bûn."

Têkildarî nameya Rêber Abdullah Ocalan a dawîn Kalo got: "Nameya ku Rêber Abdullah Ocalan bi birayê xwe re şandiye, banga hevgirtina gelên herêmê bi tevahiya pêkhateyan ji bo parastina yekitiya Sûriyê kir. Her wiha hişyarî da ku eger dev ji vê rêgezê hate berdan wê bibe sedema parçebûna Sûriyê û pêşerojek ne diyar."

(şx)

ANHA


Mijarên Din