Neteweyên Yekbûyî der barê Idlibê de hişyarî da

Koordînatorê Kar û Barên Mirovî yê Neteweyên Yekbûyî Mark Lowcock bang li Meclisa Ewlehiyê kir ku der barê bidawîkirina êrîşên li ser parêzgeha Idlibê ya Sûriyê de tedbîran bigire.

Koordînatorê Kar û Barên Mirovî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Mark Lowcock der barê berdewamkirina şîdeta li Idlibê de ku dê bibe kareseta mirovî di sedsala 21`yan de, hişyarî da. Lowcock ji endamên meclisê re got wan bangên berê paşguh kirin û heger di nava 90 rojsn de tu tiştî nekin, dê komkujî li ber çavên wan berdewam bike.

Mark Lowcock wiha pirsî: “Ma hûn ê bi dîsa bi vê rewşê ne baldar bin an hûn ê guh bidin zarokên Idlibê û hûn ê tiştekî bikin?”

Tê zanîn ku Meclisa Ewlehiyê di nava du aliyên şer de bûye parçe. Rûsya destekê dide rejîma Sûriyê û dewletên rojava destekê didin komên çete. Vê parçebûnê nehişt ku mezintirîn deste di NY`yê de (Meclisa Ewlehiyê) tu biryarên girîng li Sûriyê bide.

Parêzgeha Idlibê û herêmên derdora wê ku 3 milyon kes tê de dijîn, bi awayekî rojane ji aliyê balafirên rejîma Sûriyê û Rûsyayê têne bombebarankirin. Her wiha komên çete yên destekê ji Tirkiyê digirin, herêmên di bin serweriya rejîmê de topbaran dikin. Di her du rewşan de yên ku bedela berjewendiyên navdewletî li Sûriyê didin, welatiyên sivîl in.

(bx)


Mijarên Din