New York Times: Dema darizandina tawanbarên 11`ê Îlonê diyar bû

Rojnameya New York Times a Amerîkayê diyar kir ku dadgehkirina her pênc tawanbarên êrîşkariya 11`ê Îlona 2001`an li DYA`yê dest pê dike, her wiha amadekarê êrîşan Xalid Şêx Mihemd dê di Çileya 2021`an de li baregeha leşkerî ya Guantanamoyê were darizandin.

Dadgerê erkdar Kolonel Shane Cohen dema hilbijartina endamên desteya leşkerî di 11`ê Îlona 2021`an de diyar kir.Endamên desteya leşkerî bi erka darizandina her pênc kesên cezayê darvekirinê li ser wan hatiye birîn, hatine erkdarkirin.

Dîroka di dozeke ji 10 rûpelan pêk tê hate diyarkirin, her wiha bergiriyên pêwîst ên darizandina berê jî tê de diyar in û amadekariya beşa parastinê dike, da ku dema rûniştina yekemîn dest pê bibe, belgeyên pêwîst dabîn bike.

Pentagon û parêzerên dozan berê ev agahî piştrast nekiribûn.

Bi awayekî fermî tawanbariya her pênc zilamên ku ev 15 sal e li kampa Guantanamo ya li başûrê rojhilatê Kubayê girtî ne, berî 10 salan hate diyarkirin, lê ji ber girêkên di dosyayê de, bergirî hatin paşxistin.

Ji astengiyên bergiriyên dosya girtiyan, astengiya derbasbûna girtiyan ji girtîgehên veşartî yên îstixbarata navendî ya Amerîkayê CIA’yê li derveyî welêt e û hinek ji wan rastî lêpirsînên tund hatin û agahiyên hatin bidestxistin wekî avakirina dosya tawanbariya wan hate bikaranîn.

Têkildarî rewşa Xalid Şêx Mihemd (54) ku di girtîgeha Pakistanê di sala 2003`yan hat girtin û gelek caran berî ku veguheze Guantanamoyê sala 2006`an rastî lêpirsînê hat.

Pentagonê diyar kir ku Xalid Şêx Mihemed serkêşê êrîşên 11`ê Îlona 2001`an e ku di encamê de nêzî 3 hezar kes bûn qurbanî.

Di nava kesên tawanbar de 2 kes bi eslê xwe Yemenî ne, navên wan jî ev in; Remzî Bin Şêbê ku dihat payîn ew ê beşdarî operasyonê bibe, lê destûrnameya derbasbûna DYA`yê wernegirt û Welîd Bin Atas ê ku berî êrîş dest pê bikirana, guman hebû ku beşdarî operasyona rawestandinê bûye.

Her wiha Mistefa El-Hosawî yê Siûdî bi destekdayîna êrîşê hatiye tawanbarkirin, Amar Belûşî yê ku bi navê Alî Abdulazîz Alî tê naskirin û xizmê Xalid Şêx Mihemed e ku wekî wî ji Pakistanê ye, bi tawanbariya rêvebirinê hatiye tawanbarkirin.

(eh)


Mijarên Din