Newaf El-Ehmed ji bo ku bibe mîrê Kiwêtê îro dê sond  bixwe  

Şêx Sebah El-Ehmed El-Cabir El-Sebah ku mîrê Kiwêtê bû, duh di 91 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Li şûna wî jî Şêx Newaf El-Ehmed El-Cabir El-Sebah ji bo ku bibe mîrê Kiwêtê dê îro sond bixwe.

Meclisa Wezîran a Kiwêtê ragihand ku piştî mirina Şêx Sebah, Şêx Newaf El-Ehmed dê bibe mîrê welat.

Di heman demê de, Meclisa Wezîran ji ber wefeta Şêx Sebah li tevahî Kiwêtê heta 40 rojan şîn ragihand.

Emîrê nû yê Kiwêtê Şêx Newaf El-Ehmed El-Cabir El-Sebah di dîroka Kiwêtê ya nû de kesê herî girîng e û di avakirina Wezareta Hundirîn a nû û pêşxistina parêzgeha Hewlî de roleke mezin lîstiye.  

Şêx Newaf El-Ehmed El-Cabir El-Sebah neviyê şeşemîn ê hakimê Kiwêtê yê dehemîn Şêx Ehmed El-Cabir El-Mubarak El-Sebah e ku di navbera 1921-1950’an de Kiwêt bi rê ve bir.

(oh)


Mijarên Din