'Newroz destpêka avakirina civakeke yekgirtî ye'

Bi boneya Newrozê Meclisa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelên Kurd, Arî û şervanên li eniyên şer pîroz kir û destnîşan kir ku Newroz destpêka avakirina civakeke yekgirtî û sergihayî ye. 

Bi boneya Cejna Newrozê Meclisa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyeke nivîskî dan.  Di daxuyaniyê de bal li ser van xalan hate kişand:

"Jina Kurd hîn jî di rakirina meşeleya azadiyê û şopandina rêya têkoşînê de pêşeng e, çek, qelem û das hildigirt û jinên pêkhateyên Sûriyê bi Şoreşa Rojava û aloziyê Sûriyê re bi xwe vejand.

Newroza îsal ji ber rewşa awarte ya herêm tê re derbas dibe bi xemgînî hate pêşwazîkirin,  ji ber dagirkirina herêmên Serêkaniyê û Girê Spî. Her wiha ji bo parastina welatiyan ji belavbûna vîrusa Koronayê hemû şahî û kombûn hatin rawestandin.

Em jî wekî Meclisa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê cejna Newrozê li gelên Kurd û  hemû gelên Arî pîroz dikin, her wiha cejna dayîk, hevserên şehîdan û lehengên me yên li eniyên şer, jinên têkoşer û berxwedêr ên di oxira azadiyê, adalet û wekheviyê canê xwe feda dikin, pîroz dikin."Azadî ji Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê û hemû herêmên artêşa Tirk dagirkirine re.

 eh

ANHA


Mijarên Din