Newroz Uysal: Rapora CPT’yê têrê nake, divê bi rola xwe rabe

​​​​​​​Parêzera rêber Abdullah Ocalan, Newroz Uysal li ser rapora CPT’yê diyar kir ku tenê tespît û parvekirina raporê têrê nake û got:“Divê CPT li ser tespît û pêşniyarên ku dike bi awayekî asayî heya ku tecrîda mutleq ji holê rabe, li ser bisekine.”

Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya Konseya Ewropayê di rapora xwe ya têkildarî serdaneke 2019'an de ragihand ku bi girtiyên li Îmraliyê hemûyan re hevdîtin kirine. Di raporê de hate diyarkirin ku di sîstema girtîgehê de ji serdaneke sala 2016'an û pê ve tu "başbûn" tune ye. Têkildarî rapora CPT’yê parêzera rêber Abdullah Ocalan, Newroz Uysal diyar kir ku komîteya CPT’yê divê bi awayekî fermî li ser dewleta Tirk daxuyanî bide ku hiqûqa navxweyî û ya navneteweyî binpê dike.

Newroz destnîşan kir ku piştî salek û nîv ev rapor hatiye parve kirin û got: “Li ser çûna Îmrali hem nêrîn hem jî pêşniyarên xwe li hemberî rejîma girtîgeha Îmraliyê di raporê de parve kirine. Piştî salek û nîv CPT raporê parve dike. Mixabin ev jî di prosedura CPT’yê de cih digire; di serdanên dewletan de heya ku fermî rayedarên dewletê destûrê nedin, komîteya CPT’yê nikare raporên xwe parve bike. Tenê îstîsnayek heye ku ger rewşeke xeternak û dijmirovî bibînin wê gavê komîteya CPT’yê li benda destûra dewletan namînê û bi giştî raporê parve neke jî li ser tevgera dijmirovî, bêhiqûqiya dewletan daxuyaniyê dide. Lê mixabin CPT ev 21 sal e daxuyanî li hemberî dewleta Tirk nedaye, tenê dema dewleta Tirk destûrê dide wê demê serdanên xwe bi raya giştî re mîna rapor parve dike.”

Li ser pirsa çima piştî salek û nîvê dewleta Tirk destûr da ku rapor bê parvekirin, Newroz Uysal ev tişt got: “Di pandemiya Koronavîrusê de îro bêagahdarbûna me ya Îmraliyê hatiye asteke xetereyê. Li ser vê şêwazê bêhiqûqî em serlêdanan dikin bi awayekî siyasî-civakî jî çalakî tên lidarxistin û her di rojevê de ye. Ev tevger girîngiya rewşê dide ber çavan û hişt ku rapor bê dayîn.”

TESPÎTÊN CPT’YÊ GIRÎNG IN’

Newroz hin xalên rapora komîteya CPT’yê wiha şîrove kirin: “Tespîtên ku hatine kirin ji bo me girîng in ku em jî heman tespîtan dikin. Mînaka hin tespîtan; li Îmraliyê birêz Ocalan û kesên girtî dimînin nikarin bi awayekî bi hev re sporê bikin, biaxivin, çalakiyên mafên girtiyan bikin. Ev maf ji girtiyan re nayê dayîn û di rapora CPT’yê de jî tê gotin ku kesên di girtîgehê de dimînin, 5 rojan tenê saetekê hev dibînin. Ev jî li gorî hiqûqa Tirkiyê û ya navneteweyî de nayê qebûlkirin. Divê bikarin di nava hefteyê de werin gel hev û hev dû bibînin. Dîsa di heman raporê de serdana malbat û hevdîtinên parêzeran cihekî girîng digire. Astengkirina hevdîtin û dîtina malbatan bi sedema cezayê disîplînê bi awayekî hiqûqî nayê qebûlkirin, divê hevdîtinên malbat û parêzeran bi pergaleke asayî were pêkanîn. Van sedemên ku dewleta Tirk nîşan dide li gorî me û CPT’yê nayên qebûlkirin û ne meşrû ye. CPT bang dike ku dewleta Tirk pêşiya hevdîtinan veke.”

DIVÊ DEWLETA TIRK DEMILDEST DI QANÛNÊN XWE DE GUHERTINÊ ÇÊKE’

Newroz bi bîr xist ku rêber Abdullah Ocalan bi cezayê muebbeta girankirî hatiye girtin û li ser vê cezayî jî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê sala 2014an di biryara xwe de diyar kir ku vê rewşa li Îmraliyê wek îşkence dibînin û divê ev ceza li gorî qanûnên Tirkiyê bên guhertin.

 Newroz di berdewamiya axaftina xwe de got: “Komîteya CPT’yê di rapora xwe de bal dikişînê ku ji ber birêz Ocalan bi muebbeta girankirî hatiye girtin, pergala li hemberî vî cezayî hatiye avakirin dijhiqûqî ye, nayê qebûlkirin. Divê dewleta Tirk demildest di qanûnên xwe de guhertinekê çêke û ev ceza ji holê rabe. Dîsa di raporê de hatiye gotin ku pergala Îmraliyê divê pergalekr hiqûqî-mayînde bê avakirin. Di vê raporê de dîsa diyar bû ku li Îmraliyê bêhiqûqî heye, pergala îşkenceyê heye.”   

Newroz Uysal destnîşan kir ku serdan û parvekirina rapora CPT’yê têrê nake û wiha lê zêde kir: “Em dixwazin li ser wan tespît û pêşniyarên ku dewleta Tirk dikin bi awayekî asayî heya ku ev tişt ji holê rabe, bikaribin bişopînin û li ser bisekinin. Ev 21 sal e li ser tespît û pêşniyarên me ji aliye dewleta Tirk ve her gav bi hincetên cuda pêşniyarên me bi cih nayên ku ev jî li ber çavan e. Em dixwazin komîteya CPT’yê bi awayekî fermî li ser dewleta Tirk daxuyaniyê bide ku dewleta Tirk tişta ku dikeve ser milê xwe pêk nayne, hiqûqa xwe û ya navneteweyî binpê dike. Divê hem Konseya Ewropayê û hem navneteweyî de ev daxuyanî bê dayîn. Awayekî siyasî-dîplomatîk ev bibe zextek li ser dewleta Tirk. Tespîtên ku hatine kirin, di cih de ne û em jî van tespîtan dibêjin. Di raporê de kêmasî heye, zêdehî tune ye. Em demildest dixwazin ku CPT bi rola xwe rabe.”

ANHA


Mijarên Din