Newsweek bi wêne û belgeyan bikaranîna Tirkiyê ya çekên qedexekirî li Bakur û Rojihlatê Sûriyê, eşkere kir

Kovara Newsweek wêneyên kesên ku di bombebarana çekên qedexekirî ya ji hêla Tirkiyê ve di êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bi kar aniye, belav kir û bikaranîna fosfora spî belge kir.

Kovara Newsweek a Amerîkayê di rapora xwe de li ser aliyên pêk hatine û hatin kuştin bi encama êrîşa Tirkiyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê axivî. Her wiha kovar hat agahdarkirin ku Tirkiyê madeyên qedexekirî mîna çekên qedexekirî û roketên şewatê, bi kar anîne.

Di raporê de wiha hat domandin: "Tevî ku piranî şervanên girêdayî Hêzên Sûriye Demokratîk(QSD) bi Pantagonê re şerê DAIŞ’ê kir, lê hevkariya di navbera wan de derbasî şerê bi Tirkiyê re jî nebû. Tirkiyê endameke NATO’yê ya hevbendiya bi çeteyên tundraw re ye."

Di raporê de hat eşkerekirin ku fosfora spî di asteke eşkere de di şevê de hat xuyakirin. Lê belê Protokola sêyemîn a qedexekirina bikaranîna çekên normal, bikaranîna çekên qedexekirî li herêmên tijî şênî û sivîl ragihandiye.

Rojnamevanê Danîmarkî yê serbixwe Thea Pedersen yê ku qurbaniyên fosfora spî li naxweşxaneyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belge kirin, tîne ziman, tişa wî dîtiye metirsiyeke. Thea Pedersen li ser zimanê bijîşan got: "Pêdiviya me bi pisporan heye da ku lêpirsînê bikin ku rewşeke ne normal e."

Wêneyên Thea Pedersen, şewat û birînên bitirs ku Tirkiyê fosfora spî di êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar aniye, bi belge dike.

Venêrînên çekên kîmyawî yên girêdayî NY’yê di demeke berê de li gor rapora rojnameya The Guardian a Brîtanyayê ragihand ku dê agahiyan piştî ku hêzên Tirkiyê bi bikaranîna fosfora spî ya qedexekirî li dijî zarokên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di demeke berê ya vê hefteyê de bi kar aniye, kom bikin.

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyawî(OPCW) sibeha înê got: "Ew bi rewşê agahdar bû û agahiyên der barê bikaranîna çekên kîmyawî de, kom dikin."

Rojnameya Times a Brîtanyayê jî raporeke li ser zêdekirina delîlên ku destnîşan dikin, artêşa dewleta Tirk a dagirker fosfora spî bi kar aniye, belav kir.

Rojnameyê got: "Êşa ku Elî tê re derbas dibe, ne ji ber destê wî yê ku qut bûyî yê ku tenê parçeyeke biçûk pêve maye ye, morvînê ev parçeya di laşê wî de, benc kir. lê belê tişta ku ew diêşand, şewatên mezin ên li ser piştî û bendê wî ku ji ber felc bûye bûn."

Elî ji rojnameyê re û şewatên li bedena xwe xuya eşkere dike, anî ziman: "Heke min karîbûya, ji dêvla wêneyên min dikişînin, min ê nehişta ew lawirên ku ez şewitandime, kesên dîtir neşwitînin."

Rojnameya ev tişt da zanîn: " Şewatên li canê Elî dihatin guhartin û jê bêhna madeya kîmyawî dihatin."

(fr)


Mijarên Din