Nexweşî zêde dibin, Nexweşxaneya Avrîn li benda alîkariyê ye

Bi bilindbûna germê re, nexweşî li kantona Şehbayê zêde bûn. Nexweşxaneya Avrîn di meha Hezîranê de 16 hezar û 464 kes derman kirin. Ev xizmet hemû di wexteke ku pêwîstiya derman û amûrên nexweşxaneyan, ji nexweşxaneya Avrîn re pêwîstin de, tên dayîn.

Şênî berê xwe didin Nexweşxaneya Avrîn da ku nexweşiyên di nav kantonê de belav bûye, yên mîna Iltîhabata roviyan, zikçûnê, heba Helebê, iltîhaba sing û tîfo derman bikin. Nexweşxane derman pêşkêşî şêniyan dike û daxwaza alîkariyê dike.

Rêjeya pêla nexweşiyan li nav zarokan û kesên temenmezin zêde bûne. Hejmara zarokên ku bi nexweşiyan ketin derdora 4 hezar e, jê hezar û 200 bi nexweşiya iltîhabata sîng ketine û 2 hezar û 20 nexweş ji ber germê bi tîfoyê ketine.

Hejmara emeliyatên di meha Hezîranê de li Nexweşxaneya Avrîn çêbûne, derdora 384 in. Nexweş li 14 beşên li nexweşxaneyê ku 24 seatan dixebite, tên dermankirin.

Hemû nexweş têne derman kirin û nexweşxane bê pere dermanan pêşkêşî nexwaşan dike. Lê derman û amûrên tenduristiyê kêm in.

Dr. Azad Sebrî ku di Nexweşxaneya Avrîn de dixebite, behsa sedema zêdebûna nexweşiyan û çawaniya dermankirina wê kir û wiha got: "Destpêkê rûxandina binesaziya herêmê dibe sedema belavbûna nexweşiyan.”

Sebrî destnîşan kir ku nexweşiyên di demsala havînê de ji ber ava vexwarinê ya ne paqij in û got: “Taybet li kampan. Zexteke mezin ser Nexweşxaneya Avrîn heye. Ji ber nexweşxaneyên taybet tine ne. Tevî ku nexweşxane  24 seatan dixebite, lê dîsa jî kêm dibînin. Ji ber pisporên di aliyê tenduristiyê de kêm in. Her wiha derman û amûrên tenduristiyê jî kêm in. Ev yek jî dibe sedema belavbûnan nexweşiyan."

Sebrî di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên mirovî kir ku li rewşa şêniyên kantona Şehbayê binêrin û alîkariya wan bikin.

(jo/bm)

ANHA


Mijarên Din