Nexweşiya malta nexweşiya herî zêde ku li Eyn Îsayê belav bûye

Li naveçeya Eyn Îsayê ya girêdayî kantona Girê Spî hejmara haletên ku bi nexweşiya maltayê ketine di mehekê de gihaştiye 190 haletan. Rêveberiya Nexweşxaneya Şehîd Umer Elûş sedema sereke ya nexweşiyê eşkere kir û bang li şêniyan kir ku tedbîrên pêwîst bigirin.

Ji ber ku şêniyên navçeya Eyn Îsayê sewalan xwedî dikin û wek jêdera qûta xwe ya duyemîn dihesbînin, hawîrdorek guncew ji bo belavbûna nexweşiya maltayê çêdibe.

Xwediyên sewalan rêbazên saxlemiyê di xwedîkirina sewalan de nagirin ji ber wê xwediyên sewalan rastî baktîrya maltayê tên. Bi taybet dema sewalan didoşin û êm didinê.

Endamê rêveber ê Nexweşxaneya Şehîd Umer Elûş Mihemed El-Ebid ji ajansa me re hejmara haletên ku li cem wan hatine tomarkirin eşkere kir. Mihemed El-Ebid got, ji 3 hezar û 117 haletên di meha Hezîranê de hatine ji wan 190 halet bi nexweşiya maltayê ketine.

Xebatkarên tenduristiyê yên nexweşxaneya Umer Elûş dibêjin nexweşiya malta; nexweşiyek baktîrî ye û bi rêya temasa bi sewalên ku pê ketine re belav dibe. Yan jî bi rêya xwarin û vexwarina berhemên sewalan ji şîr û goşt beyî ku baş werin birajtin. Divê berhemên sewalan baş werin birajtin.

Nexweşiya maltayê ji nexweşiyê herî zêde ku ji sewalan tê vegirtin e. Nîşaneyên nexweşiyê di hefteya yekemîn de xuya dibin û hin caran piştî çend mehan xuya dibin.

Girêdayî rêbazên parastinê ji nexweşiyê xebatkarên tenduristiyê agahî dan şêniyan. Xebatkaran gotin, berhemên sewalan beriya xwarinê divê baş werin birajtin. Her wiha divê mirov beriya û piştî temasa bi sewalan re destên xwe bişo.

Rewşa hawayê jî bandorek mezin li belavbûna nexweşiyê dike. Piraniya haletên nexweşiyê di mehên havînê de derdikevin. Ji ber ku di vê mehê de temasa bi sewalan re zêde dibe.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din