Nexweşiya Osmaniyan derbasî Afrîkayê dibe, gelo dê terora wan li vir têk biçe?– 2

Hikumeta AKP‘ê ji bo pêkanîna xeyalên xwe yên dagirkirina Afrîkayê dixebite mîna ku li Sûriyê û Iraqê kiriye ku hin deverên wê xistine bin kontrola xwe. Li ser vê yekê alavên nazik û stratejîk ku çavdêr navê "veşartî" lê dikin, bi kar tînin da ku atmosfereke bihêz ava bikin ku karibin bi rêya wê dagirkeriya xwe berfireh bikin.

 Di encamê de dest daynin ser jiyana civakî, ramanî, aborî, leşkerî û hwd. Di vir de pirsa ku derdikeve pêş; gelo welatên Afrîkayê dê karibin mîna Kurdên li Sûriye û Iraqê Tikiyê biqewitînin, beriya ku nexweşiya wê belav bibe?

Hikumeta AKP‘ê bi armanca ku projeya xwe ya "neo-osmanî" (Osmaniya Nû) pêk bîne, stratejiyek ku xwe dispêre kişandina cîhana îslamî- sunnî li herêmê, pêk tîne. AKP‘ê bi pêkanîna xeyalên xwe yên neteweperest ên zindîkirina Împratoriya Osmanî ya nûjen dê karibe destwedanê di aborî û dîroka herêmê de bike.

Tirkiyê bi navê têkoşîna li dijî terorê, terorê li Afrîkayê diafirîne

Tirkiyê di sala 2006‘an de kongreya oldarên Afrîkayê li ser xaka xwe li dar xist. Di heman demê de kongreya Îxwan El-Muslimîn jî li dar xist. Armanca Tirkiyê ji her du kongreyan ew bû ku misilmanên li Afrîkayê bi aliyê xwe ve bikişîne û bi rêya wan hebûna xwe bi hêz bike. Di vê derbarê de malpera Global Security a Amerîkayê ya kar û barên leşkerî û parastinê di sala 2018‘an de destnîşan kir ku armanca Tirkiyê ji nêzîkatiyên wiha dixwaze destwerdana leşkerî, siyasî û aborî di Afrîkayê de bike. Malperê her wiha da xuyakirin ku welatên Afrîkayê çavkaniya hedefgirtina Tirkiyê ne ku ji sala 2005‘an ve bi navê têkoşîna li dijî terorê, terorê diafirîne.

Malperê diyar kir ku Tirkiye bi rêya dîplomatên xwe destekê dide misilmanên Afrîkayê da ku ji wan komekê ava bike ku karibe fişarê li hikumetên welatên wan bike û di encamê de karibe siyasetên xwe derbasî herêmê bike û zemîna dagirkirinê di hemû aliyan de qezenc bike.

Têkildarî destekdayîna Tirkiyê ya terorê li Afrîkayê, belgeyên dozgeriyê derketin. Maplera Nordic Monitor a taybet bi tevgera komên tundra, di Çileya derbasbûyî de belgeyek eşkere kir. Di belgeyê de hate diyarkirin ku Tirkiye bi rêya terorîstê Tirk ê bi navê  Îbrahîm Sîn ku Amerîkayê radestî Tirkiyê kiribû û beriya wê li Pakistanê hatibû girtin û di MÎT’a Tirkiyê de xebitîbû û ji sala 2011‘an ve terorîst derbasî Sûriyê dikirin, bi sed hezaran dolar şand ji Tevgera Ciwanên Somaliyê ya di lîsteya terorê ya cîhanê de.

Erdogan bi rêya ol û terorê hewl dide terora xwe li Afrîkayê berfireh bike

Gava yekemîn a ku Tirkiye pê derbasî Afrîkayê dibe, bikaranîna ol û bîranîna dîrokî ye. Bi vê yekê Tirkiye bi hestên misilmanên Afrîkayê dilîze, paşê jî bi rêya oldar, siyasetmedar û karsazên xwe zemîna terorê diafirîne. Armanca wê ya sereke ji vê yekê, aloziyê biafirîne û xwe wekî rizgarker û alîgirê aştiyê bide xuyakirin. Tirkiyê li Iraq û Sûriyê heman rêbaz bi kar anî, hemû tevgerên xwe bi rêya rêxistinên olî, rêxistinên sivîl ên alîkariyê ya wekî ÎHH û TÎKA’yê bi rê ve birin.

Dîsa bi dehan belgeyên destekdayîna Tirkiyê û Qeterê bi Tevgera Ciwanên Somaliyê û Boko Heramê re li Nîjeryayê û DAIŞ li Lîbyayê derketin. Bi dehan konvoyên alîkariyê ji komên xwe yên li Somalî, Lîbya, Malî û Etiyopyayê re şandin. Rojnameya Washington Examiner di nivîseke xwe de bi sernavê "Dem hatiye ku Tirkiye wekî dewleteke alîkarê terorê were ragihandin" ku di Çileya borî de hatibû de weşandin, têkiliyên Tirkiyê û komên terorîst li rojavayê Afrîkayê, Lîbya û Maliyê eşkere kiribûn.

Li aliyekî din jî herî kêm 5 konvoyên çekên Tirkiyê li benderên Lîbyayê ku di demên dawîn de ji bo herêmên di bin serweriya DAIŞ û komên terorîst de hatibû şandin, hatin rawestandin. Hikumeta Lîbyayê jî gelek caran diyar kiribû ku ew şerê Tirkiye û Qeterê li Lîbyayê dikin.

Li Nîjeryayê jî konvoyeke bi çekên Tirkiyê barkirî ji koma Boko Heramê ya terrorîst re hatibû şandin û li Lagosê ji aliyê gumrika hikumetê ve hate desteserkirin. Rojnameyên Amerîkayê diyar kiribû ku ev çek ji aliyê Tirkiyê ve hatine şandin û qala têkiliyên di navbera Boko Heram û hikumeta Tirkiyê de kiribû.

Çalakiyên dîplomatîk, aborî û leşkerî yên Tirkiyê di asta herî jor de

Piştî ku hikumeta Tirkiyê di sala 2005‘an de wekî çavdêr di Yekitiya Afrîkayê de û di sala 2008‘an de wek şirîkekî stratejîk ê welatên Afrîkayê û wek endam di Banka Afrîkayê de cih girt, di her alî de dest bi destwerdanê kir. Di warê dîplomasiyê de, hejmara balyozxaneyên wê ku di sala 2012‘an de 12 bûn, heta sala 2018‘an gihaştin 42 balyozxaneyan, her wiha rêjeya bazirganiya wê ku di sala 2003‘yan de 4 milyar bû, di sala 2018‘an de gihaşt 20 milyarî.

Di aliyê leşkerî de, Tirkiyê di serî de Somalî kir hedef, ji ber ku wek deriyê derbasbûna Afrîkayê dibîne, di heman demê de nuqteya geosiyasî, leşkerî û bazirganî di Afrîkayê de ye ku mezintirîn baregehên xwe yên li derveyî welatî ava bike, piştî baregeha wê ya li Qeterê ku avakirina wê 50 milyon dolar lê çû. Tirkiyê bi rêya vê yekê dê artêşa Somaliyê li gorî xwe bi rêxistin bikira, her wiha mezintirîn balyozxaneya xwe li Afrîkayê ava bikira.

Tirkiyê piştî ku di destpêka 2004‘an bi rêya tevgera ciwanan a terorîst û komên tundraw ên herêmê, herêm bi rêbazeke nazik û baldar dagir kir û aboriya welatê xwe xurt kir ku êdî pêşbaziya Neteweyên Yekbûyî li herêmê dike. Bi kontrolkirina welat di hemû aliyên jiyanî de bazirganî, ziman, çand û fikr û çekên xwe di nav civaka Afrîkayê de geş dike, herî dawî Somalî wek wîlayeteke xwe radigihîne.

Mudaxeleya Tirkiyê, Afrîkayê ji dewletên cîhanê dûr dixe û xetereya wê ji ya li Sûriyê û Iraqê ne kêmtir e

Rewşa Nîjeryayê ji ya Somalî û Sûdanê dûr nîn e. Bi destwerdana Tirkiyê di van herêman de, alozî derbasî Afrîkayê kir da ku veguherîne navenda terorê ku di encamê de dest deyne ser hemû qadên jiyanî, di heman demê de Afrîkayê ji dewletên erebî û cîhanê dûr bixe.

Çavdêrên erebî û yên Ewropayê dibînin ku pêwîst e ku tevgerek ji aliyê Misr, Îmarat û Erebistana Siûdî ve di vî warê de hebe, nemaze ku xetereya Tirkiyê ku destekê dide terorê û hewl dide bi rêya wan dagirkeriya xwe berfireh bike, zêde dibe. Lewre pêwîst e mudaxeleyek hebe ku aramiya herêmê biparêze û hevsengiyeke aborî û bazirganî mîsoger bike.

(bb)

ANHA


Mijarên Din