Nexweşiya sorik di nava koçberên Girê Spî de belav dibe

Nexweşiya sorik li kampa Til El Semin di nava koçberên Girê Spî de bi lez belav dibe. Metirsî hene ku nexweşî zêdetir belav bibe, nexasim ku derman ji bo vê nexweşiyê peyda nabin.Nexweşiya sorik li kampa Til El Semin di nava koçberên Girê Spî de bi lez belav dibe. Metirsî hene ku nexweşî zêdetir belav bibe, nexasim ku derman ji bo vê nexweşiyê peyda nabin.

Hejmara koçberên ku di 4 rojên dawîn de bi sorikê ketine, gihaşt zêdetirî 40 kesî.

Rêveberiya Kampa Girê Spî ya li bajarokê Til El Semin ê Reqayê bi fikar e ku nexweşî zêdetir di nava kampê de belav bibe ku tê de zêdetirî 6 hezar û 500 koçber hene.

Li gel dorpêça li ser herêmê, 2 navendên tenduristiyê ku yek jê ya Rêveberiya Xweser e, nikarin derman pêşkêş bikin û tenê test ji nexweşan re çêdikin.

Li hember vê rewşê, koçber neçar dimînin ku biçin derveyî kampê û li klînîk û nexweşxaneyan xwe derman bikin lê lêçûna wê ji derfetên wan zêdetir e. 

Koçbera bi navê Emel El Ehmed got: “Navendên tenduristiyê yên li kampê dermanan pêşkêş nakin. Tenê teşhîs dike, rê nîşanî me dide ku em derman ji derveyî kampê ji dermanxaneyên taybet bikirin. Lê pir biha ne. Em nikarin wisa berdewam bikin ji ber ku em koçber bûne û jêdera quta me jî tune ye.”

Emel El Ehmed bi fikar e ku zarokên wê bi sorikan ketine.

Sorik bi lez belav dibe û yek ji nexweşiyên herî xeternak e ku hin caran dibe sedema mirina zarokan.

(şx)

ANHA


Mijarên Din