Nexweşxaneya El-Elî ya taybet veguherî nexweşxaneyeke giştî

Piştî biryara Rêveberiya Xweser a girtina tedbîrên li hember Koronavîrusê (Covid-19) Nexweşxaneya El-Elî ya taybet a li navçeya Dirbêsiyê bi pereyên hindik nexweşan pêşwazî dike û 24 saetan di xizmetê de ye.

Bi armanca ku koronavîrus li herêmê dernekeve, li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek tedbîrên xweparastinê û tenduristiyê hatin girtin û navendên karantînayê hatin amadekirin.

Bi qedexekirina vekirina klînîkên taybet re, da ku pêşî li kombûyînan bê girtin û piştî ku Nexweşxaneya Şehîd Xebat a navçeya Dirbêsiyê veguherî navenda karantînayê, şêniyên navçeyê berê xwe didin Nexweşxaneya El-Elî ya taybet. Bijîşkên nexweşxaneyê di beşên cuda de nobetê digirin û alîkariyên tenduristiyê pêşkêş dikin. Bijîşk dibêjin ku bi vê rengî alîkariya welatiyan dikin.

Yek ji rêveberên Nexweşxaneya El-Elî Dr. Mesûd El-Elî wiha got: "Nexweşxaneya El-Elî niha dê heta demekê wekî nexweşxaneyeke giştî bikeve xizmeta şêniyan."

Her wiha destnîşan kir ku bijîşkên navçeyê bi awayekî birêxistinkirî nobetê digirin û deriyên nexweşxaneyê 24 saetan li pêşiya şêniyan vekirî ne. Der barê tedbîrên ku girtine jî, El-Elî diyar kir ku wan hemû tedbîrên pêwîst girtine ku di nav de dûrketina nexweş û bijîşkan ji hev.

Dr. Mesûd El-Elî destnîşan kir dê ev însiyatîfa wan dewam bike heta ku jiyan vedigere wekî beriya qedexeya derketinê û bang li şêniyan kir ku li malên xwe bimînin û biryarên Rêveberiya Xweser pêk bînin.

GELÊ HERÊMÊ LI HEV XWEDÎ DERDIKEVE

Piştî ku koronavîrus hema bibêje li hemû cîhanê belav bû, li Bakur û Rojhilatê Sûrî jî gelek tedbîr hatin girtin. Ya ku herî zêde balê dikişîne jî li hev xwedîderketina gelê herêmê ye.

Heya niha li gelek cihan mask, lepik û her wekî din, ji aliyê welatiyan ve tên hazirkirin û li gelek deveran li gel tên belavkirin. Li gelek bajar û navçeyên herêmê gelek kesan tenê ji bo xizmeta hevdû bikin bê berdel mask û lepik belavkirin. Li hindek cihan nan bê pere tê belavkirin da ku welatî di aliyê aborî ve jî ji hev re bibin alîkar.

Hewldanên ku heya niha derketine wek encamên civakbûyîna komûnal in. Jixwe Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyê sîstema xwe li ser komîn û meclîsan ava dike. Pispor dibêjin ev şêwazê levxwedîderketinê ji aliyekî ve encamên çanda civakbûyîna komunal a di cewherê civakê de heye û civakbûyîn li ser wê hatiye avakarin, lê li aliyê din encamên feraseta sîstema ku li herêmê ev çend salên dawî bi Rêveberiya Xweser hatiye avakirin.

cx

ANHA


Mijarên Din