Nexweşxaneya Reqayê piştî 3 salan dîsa dikeve xizmetê

Nexweşxaneya Wetenî ya Giştî ya bajarê Reqayê ku 3 salan ji xizmetê derketibû îro bi merasîmekê ji nû ve hat vekirin.

Di encamên şerê li Reqayê rû da û kiryarên komên çete de ji sedî 90 binsaziya herêm hate wêrankirin, di nav de Nexweşxaneya Wetenî ya Giştî ya Reqayê jî gelek ziyan dîtin û di encam de ji xizmetê derketibû.

Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê piştî xebatên 8 mehan, îro bi merasîmekê nexweşxane ji nû ve vekir. Di merasîma vekirinê de şêniyên bajarê Reqayê û endamên meclisên herêmî, Meclisa Sivîl a Reqayê û Heyva Sor a Kurd beşdar bûn.

Hevserokê Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Ehmed Îsmaîl vekirina nexweşxaneyê li şêniyên bajarê Reqayê pîroz kir ku û wekî gaveke girîng piştî serberjêkirina beşa tenduristiyê li bajêr bi nav kir.

Ehmed Îsmaîl di vê derbarê de wiha raber kir: "Li gel bilindbûna lêçûna dermankirinê li nexweşxanyên taybet ku cihê azarên şêniyan e, em îro Nexweşxaneya Wetenî vedikin."

Nexweşxaneyê piştî vekirinê, bi dehan nexweş ji şêniyên bajarê Reqayê, pêşwazî kirin. Nexweşxane dê 24 saetan bê navber bixebite û tedawî û derman bê pere pêşkêş bike.

 Di nexweşxaneyê de gelek beş hene; beşê birîna giştî, hestî û ji wê jî zêdetir kilînkên derve. derve. Ji bo vekirina beşên din; şûştina gurçikan, tedawiya fîzîkî, leçkirina aliyên çêkirî, çav û dil amadekarî tê kirin,

 (fr)

ANHA


Mijarên Din