Nexweşxaneya Reqayê ya Wetenî 2 beşên nû vekirin

Piştî demeke kin ji vekirinê, KomîteyaTendirustiyê 2 beşên nû li Nexweşxaneya Reqa ya Wetenî zêde kirin û barê tedawîkirinê li ser şêniyên Reqa sivik kir.

Komîteya Tendirustiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê beşên nû di Nexweşxaneya Wetenî ya Giştî de bi armanca alîkariya şêniyan, vekirin. Komîteya Tenduristiyê beşên protezê (pê û destên ku tên leckirin) û şewatê vekirin. Girîngiya van her du beşan pir e. Her wiha li bajarê Reqayê zêdetirî hezar û 200 sivîlan, dest û pêyên wan bi mayinên çeteyên DAIŞ’ê qut bûne.

Beşa protezê, beşa herî girîng li gel şêniyên Reqayê ye. Ji ber ku bûdçeya leckirina protezan li nexweşxaneyên taybet zêdetirî 700 hezar lîreyên Sûriyê ye. Piştî vekirina vê beşê bêguman dê bar li ser şêniyên Reqayê yên ku di ziraran re derbas bûn, sivik bibe.

Li gor gerînendeyê nexweşxaneyê Kesar Elî, dê nexweşxane her meh 7 rewşan wek destpêka xebatê, pêk bîne û wiha lê zêde kir: "Leckirina (pêvekirin) lebatan bi madeya destpêkê ya tecrubeyê heta 3 mehan tê kirin, heta ku birîndar lebatên xwe dilivîne. Piştre lebat bi awayekî baş û bi madeya baş tên leckirin."

Beşa şewatê jî beşeke girîng a xebata nexweşxaneya herêmê ye. Bi piştevaniya Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê ev beşa girîng heke navîn an jî berfireh be, aktîf bû û ew jî li gorî tîma bijîşkî ya pisporiya şewatê. Ji wê zêdetir jî dermanên şewatê tên dabînkirin.

Elî tekez kir ku xebata li nexweşxaneyê bi awayekî bi rêk û pêk li gorî tîmên bijîşkiyê yên pispor, pêk tê. Her wiha jî xebata berfirehkirina xebatê li nexweşxaneyê û vekirina beşên dîtir, berdewam e.

Nexweşxaneya Reqayê ya Wetenî, rastî wêrankirin û dizînê ji hêla çeteyên DAIŞ’ê ve hat. Ew jî nuqteya bicihkirina çeteyan a li Reqayê bû. Heya di 20.10.2017’an hat rizgarkirin. Komîteya tenduristiyê, nexweşxane bi awayekî fermî di 18.05.2019’an de vekir û rojane nêzî 700 nexweş pêşwaz kirin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din