Nexweşxaneya Xalid Fecir: Li taxê tu kes bi Koronayê neketiye

Nexweşxaneya Xalid Fecir a taxa Şêxmeqsûdê tedbîrên li dijî Koronavurês didomînin. Rêveberiya nexweşxaneyê diyar kir ku heta niha li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tu nexweş bi Koronayê nehatiye tesbîtkirin.

Meclisa Tenduristiyê û nexweşxaneyê Xalif Fecir a taxa Şêxmeqsûd a Helebê xebatên xwe yên li dijî vîrusa Koronayê û parastina şêniyan didomînin. Di nexweşxaneyê de sîstemek nû ji bo pêşwazîkirina nexweşan hate diyarkirin.

Li deriyê têketina nexweşxaneyê konek mîna kilînkê ku ji du textan pêk hat hatiye amadekirin. Beriya ku nexweş derbasî nexweşxaneyê bibe testa keşifkirina vîrusa Koronayê jê re tê çêkirin. Piştre ji aliyê bijîşkan ve tê fehiskirin û li gorî nexweşiya wî derbasî beşên pêwîst tê kirin.

Di vê derbarê de endama rêveber a nexweşxaneya Xalid Fecir, Rûken Temo anî ziman ku wan hemû tedbîrên xweparatinê ji vîrusa Koronayê hatin girtin, xebatkarên tenduristiyê  ji bo parastina şêniyên taxê di nava liv û tevgerê de ye.

Rûken destnîşan kir heta niha ev nexweşî li şêniyên taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê nehatiye tesbîtkirin.

ANHA


Mijarên Din