Nikarin kêfxweşiya bi vegerê bînin ziman

Yek ji êzidiyên ku ji destê DAIŞ`ê hatiye rizgarkirin kêfxweşiya xwe bi vegera malbata xwe anî ziman û got: "Ez nikarim kêfxweşiya xwe wesif bikin." Ji aliyê xwe ve endama Komîteya Radestkirina Dîlên Şengalê Ehlam Hecî destnîşan kir ji ber girtina korîdora di navbera Iraq û Rojava de ji hêla hikumeta Iraqê ve ew astengiyan dikşînin.

Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê 27 kes ji şêniyên Şengalê yên ku QSD`ê rizgar kirine radestî Meclisa Şengalê kirin.

QSD`ê di Bagera Cizîrê ya ji bo rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ'ê de 157 kesên Êzidî di nav de jin û zarok rizgar kir û radestî malbatên wan li Şengalê kir. Lê hîna lêgerîna jin û zarokên Êzidî li herêmên ku hatine rizgarkirin û di nav Kampa Holê de berdewam in.

Di merasîma radestkirina 27 êzidiyan de, ajansa me hevdîtinek zaroeke Êzidî ku hatine rizgarkirin û radestî Meclisa Şengalê hatin kirin, endamê rêveber ê Mala Êzidiya, endama rêveber a Tevgera Jinên Êzidî û endama Komîteya Radestkirina Dîlên Şengalê re çêkir.

Endama Tevgera Jinên  Êzidî û endama Komîteya radestkirina dîlên Şengalê Ehlam Hecî got: "Di qonaxa dawî ya pêngava dawîn ya Bagera Cizîrê de 129 kesên hatin rizgarkirin û radestî malbatên wan li Şengalê hate kirin. Îro jî em 27 kes di nav de 13 zarok û 14 jin radest dikin. QSD`ê ev kes  rizgar kir û radestî Mala Êzidiyan ya Herêma Cizîrê kir.

Ehlam destnîşan kir ku ji ber girtina korîdora di navbera Iraq û Rojava de ji hêla hikumeta Iraqê ve ew di gihiştina bi malbatên revandiyan re astengiyan dikşînin. Ehlam da zanîn ku derûniya wan kesan ne baş e û hindek ji wan bi giranî birîndar in, tevî wê jî hikumeta Iraqê destûr nade ku ambulans derbas bibin.

Endamê rêveber ê Mala Êzidiya ya Herêma Cizîrê Ilyas Seydo destnîşan kir ku êzidiyên ku radestî Meclisa Şengalê kirine ji mehekê ve li Mala Êzidiyan ne, ji ber ku hindek ji wan nexweş bûn û hatin dermankirin, ji ber wê radestkirin dereng ma.

Seydo diyar kir ku hejmara kesên ku di êrîşên DAIŞ`ê de li ser Şengalê  hatin revandin 6 hezar û 417 kes bûn û wiha domandin: "Heya niha derdora 3 hezar û 400 kes hatine rizgarkirin û çaranûsa kesên din heya niha ne diyar e. Her wiha hejmarek jin û zarok li Kampa Holê xwe di nav çeteyên DAIŞ`ê de veşartine, dibêjin ku ew Iraqî ne ji fikr û tirsa ku DAIŞ`ê di serê wan de çandine, dibêjin malbatên wan, eger vegerin dê wan bikujin ditirsin xwe eşkere bikin."

Zarokê bi navê Arîşan Ismaîl ê ji gundê Til Qeseb ê jî Şengalê got: "DAIŞ`ê ji gundê Til Qesebê ji malbata min ez revandim. Ji 5 salan ve ez li gel wan esîr im. Di wê demê de em li gelek herêman veguhestin. Bi darê zorê hiştin ku em bibin musliman û waneyên şerîetê didan me."

Ismaîl dibêje ku ew rastî gelek zehmetî û astengiyan hatiye û bi gelek cûreyan hatiye îşkencekirin.

Li gorî Ismaîl, wî  gelek caran hewl daye bireve, lê her carê dihat girtin û wiha domand: "Bi destpêkirina pêngava dawîn a QSD`ê re, min hewl da birevim lê ez bi guleya sekvanê çeteyan di lingê xwe de birîndar bûm. Lê ji ber ku ez nêzî nuqteyên QSD`ê bûm, hema ez dermankirim û radestî Mala Êzidiyan kirim."

Di dawiyê de Ismaîl kêfxweşiya xwe bi rizgarkirin û vegera malbata xwe anî ziman û spasiya QSD`ê kir.

Çeteyên DAIŞ`ê di sala 2014`an de qadên berfireh ji Iraq û Sûriyê dagir kir û komkujî pêk anî, lê gelê Êzidî para herî mezin ji wan sûcan bir.

(şx)

ANHA


Mijarên Din