Nimêja înê li konê şermezarkirinê kirin

Îro şêniyên bajarê Qamişlo di bin konê şermezarkirina gefxwarinên Tirkiyê ya ku Kongreya Civaka Îslamî ya Demokratîk vedan, nimêja roja înê kirin.

Îro çalakiyên konê şermezarkirina gefxwarinên Tirkiyê ku Kongreya Civaka Îslamî ya Demokratîk a bajarê Qamişlo bi dirûşmeya "Kongreya Civaka Îslamî ya Demokratîk gefxwarinên Tirkiyê şermezar dike" vedaye, derbasî roja xwe ya 5 û dawî bû. Li kon sedan şêniyên bajarê Qamişlo û oldar û meleyan beşdar bûn.

Çalakiyên kon bi xitbeya nimêja înê ji aliyê hevserokê desteya oldaran a herêma Cizîrê Mihemed Mele Xerzî dest pê kir, Mihemed behsa gefxwarinên Tirkiyê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û wiha got: "Dewleta Tirkiyê di êrîşa ser Kobanê piştgiriya çeteyên DAIŞ`ê kir, Erdogan got ku bajar dê di çend seatan de bikeve, lê şervanên YPG û YPJ DAIŞ di Kobanê de têk bir û QSD`ê jî ew li hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bir."

Xerzî wiha got: "Li şûna ku Tirkiyê alîkariya cîrantiyê bike, her care gefên dagirkirina xaka me dixwe û rêz ji cîrantiyê re nekir, niha jî gefên ku dê 14 hezar çeteyên xwe amade ne êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike dixwe."

Xerzî pirs kir û wiha got: "Çima dewleta Tikiyê herêma ewle ku behsa wê dike dema ku çeteyên DAIŞ`ê ser sînorê Tirkiyê digeriyan ava nekir, ma wan gef li Tirkiyê nexwarin, niha dewleta Tirkiyê hewl dide herêmeke ewle bi hevkariya çeteyên ku Efrîn dagir kirin, ava bike, armanca dewleta Tirkiyê ji avakirina herêma ewle vejandina Osmaniyan e."

Xerzî da xuya kirin ku artêşa Tirk a dagirker demografiya Cerablûs, Bab, Izaz, Seken Xuraba li gund û malên Kurdên li wan deran guhertin.

Hevserokê desteya oldaran a herêma Cizîrê bang li şêniyên bajarê Qamişlo kir, ku li dora hêzên leşkerî kom bibin û desteka wê bikin.

Piştî xitbe bidawî bû, şêniyan nimêja roja înê kirin.

Tê payîn ku çalakiyên kon îro bi şev bi daxuyaniyekê ji raya giştî re bidawî bibe.

ANHA


Mijarên Din

Erdogan dîsa gef xwar