​​​​​​​Nirxê petolê bilind dibe

Piştî eşkere bû ku dewletên OPEC + plan dikin ku kêmkirina hilbirîna petrolê heta piştî Hezîrana 2020‘an bidomîni,n buhayê petrolê bilind bû.

Buhayê petrola sivîk a Amerîkayê ji sedî 8.12 bilind bû û gihaşt 26.10 dolar ji bo bermîlekê.

Li gorî malpera Bloomberg , buhayê petrola "Brent" 2,4% zêde bû û gihîşte 30,34 dolar ji bo bermîlekê.

Ev bilindbûn, piştî ku 4 çavkaniyan ji OPEC eşerke kirin ku dewletên komê dixwazin heta piştî Hezîrana pêşîn kêmkirina petrola rojane bi 9,7 mîlyon bermîl dewam bikin, hat.

Bilindbûna buhayê petrolê ji bo piştgiriya buhayan û daxwazên li ser ya xam ên ku ji ber Koronavîrusê ziyan dît, hat.

Li gorî peyaman ku dewletên endamên OPEC + di 12‘ê Nîsana borî de îmze kirine, hilbirîna petrolê di mehên Gulan û Hezîrana îsal de rojane 9.7 milyon bermîl kêm bibe.

Her wiha divê dewletên komê hilbirînê hêdî hêdî piştî meha Hezîranê kêm bikin. Lê çavkaniyên di OPEC + de bi bîr xistin ku dewletên komê hewl didin kêmkirina heyî "9.7 milyon bermîl rojane) zêde bikin.


Mijarên Din