'Niştecihên Başûrê Kurdistanê dikarin vegerin warên xwe`

Rêveberiya deriyê sînor a Sêmalkayê ragihand ku niştecihên herêmên Iraqê dikarin rojên çarşemê û pêncşem vegerin Başûrê Kurdistanê lê hinek şert jî danî.

Rêveberiya deriyê sînor a Sêmalka ya di navbera Rojava û Başûrê Kurdistaê de, derbarê vegera niştecihên Herêmên Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da.

Rêveberiyê di daxuyaniya ku li ser malpera xwe ya fermî belav kir de diyar kir ku ku niştecihên Hewlêr û Silêmaniyê tenê dikarin rojên çarşem 29`ê Tîrmehê û pêncşemê 30`yê Tîrmehê vegerin Başûrê Kurdistanê.

Rêveberiyê diyar kir ku wê girêdayî niştecihên li herêmên din piştî Cejna Qurbanê biyarê bide.

Rêveberiya şert dan ku divê rêwî tenê çenteyek cilan bibin ji ber ku dê bi rêya basan vegerin herêmên xwe.

(şx)

ANHA


Mijarên Din