Nivîsgeha Parastina Zarokan ji Şerê Çekdarî 2 zarok radestî malbatên kirin

QSD’ê 2 zarokên radestî Nivîsgeha Parastina Zarokan ji Şerê Çekdarî ya li kantona Hesekê da ku li malbatên wan vegerînin.

QSD’ê zarokên bi navên Yamen Berekat û Mihemed Cemîl radestî Nivîsgeha Parastina Zarokan ji Şerê Çekdarî li Hesekê kir da ku radestî malbatên wan bike. Radestkirin li avahiya Meclisa kantona Hesekê bi amadebûna endamên nivîsgehê û malbatên herdu zarokan pêk hat.

Hiqûqnasê li Meclisa kantona Hesekê Xalid Cebir got: "Em hiqûqnas û Nivîsgeha Parastina Zarokan ji Şerê Çekdarî ya Hesekê ji bo bersivdana QSD’ê ya peymana di navbera wan û NY’yê de ya li ser netevlêkirina zarokan ji şeran re, her du zarok radestî malbatên wan kirin. Her du zarok bi navên Yamen Berekat (15) û Mihemed Cemîl (16)."

Cebir wiha domand: "QSD’ê ji bo netevlêkirina zarokan li şeran, baldar e. Piştî delîl û îsbat hatin pêşkêşkirin her du radestî malbatê hatin kirin. Ew jî berovajî teşhîrkirina çapemeniya derve ye."

Ji aliyeê din ve jî hevseroka Nivîsgeha Parastina Zarokan ji Şerê Çekdarî a li Hesekê Merwa Heysem wiha bi lêv kir: "Piştî giliyên malbatên her du zarokan hatin û kaxizên îspatê pêşkêşî QSD’ê kirin, wan jî zarok radestî nivîsgehê kir."

(fr)

ANHA


Mijarên Din