Nivîskar û rewşenbîran banga yekîtiya partiyên siyasî kirin

Rewşenbîr û nivîskaran diyar kirin ku gelê Kurd rastî êrişên hovane tên û gotin: “Divê partî û hêzên Kurd li dijî êrîşên dewleta Tirk  yekîtiyê ava bikin.”

Di demên dawîn de li Rojava û derveyî wê, gelê Kurd balê dikişînin, ser yekîtiya gelê Kurd li dijî êrişên artêşa Tirk û têkbirina komployên li dijî gelên Kurd ên li Bakur, Rojhilatê Sûriyê û Kurdistan pêk ve.

Di vê derbarê de nivîskar û rewşenbîrên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kirin ku gelê Kurd yek gotin in û divê partî û hêzên Kurdî yên li Rojava û Kurdistan yekîtiya xwe ava bikin.

Nivîskar Can Îbrahîm diyar kir ku gelê Kurd di pêvajoyeke çarenûsî re derbas dibin, ji ber vê yekê divê helbestvan û rewşenbîr yekîtiya xwe ava bikin û wiha pê de çû, madam gelê Kurd helwesta xwe diyar kirine, îima em yekîtiya xwe nadin avakirin?

Îbrahîm bang li nivîskar û rewşenbîran kir ku qelema xwe bixin xizmeta gelê Kurd û parastina destkeftiyên ku bi saya berxwedana hêzên leşkerî, yên mîna YPG, YPJ û QSD`ê ku isbata xwe li ser rûyê erdê kirin û wiha got: “Em di pêvajoyeke çerenûsî re derbas dibin û gelê Kurd rastî gelek êş û azaran tên, ji ber vê yekê divê em êrişên artêşa Tirk sînordar bikin û veguherînin kêfxweşiya bi yekîtiya hêzên kurdî.

‘DIVÊ PARTIYÊN SIYASÎ BERJEWENDIYÊN XWE YÊN PARTÎTIYÊ LI MILEKÎ DEYNIN’

Îbrahîm piştrast kir ku gelê Kurd rastî êrişên tund tê û wiha axivî: “Divê rewşenbîr êşa gelê Kurd ji cîhanê re raber bikin û çareseriyê jê re bibînin. Gelê Kurd ne gelekî lawaz e, hejmara Kurdan nêzî 60 milyonî ye. Tenê pêwîstiya wan bi yekîtiya li dijî êrişên artêşa Tirk heye.”

Îbrahîm bang li partiyên siyasî kir ku berjewendiyên xwe yên partîtiyê deynin milekî û xizmeta qadê û pêşeroja gelê Kurd bikin.

Nivîskar Telal Hisên jî axivî û got: “Bûyera bi serê koçberên ji Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê pêk hat, mîna bûyera Helebçe. Em nikarin giriyên koçberên ji Girê Spî, Girê Spî û Efrînê ji bîr bikin, ku ji ber êrişên artêşa Tirk di bin kampan de hêsirên wan dibare, zarok, jin û îxtiyan ji herêm û gundên xwe koçber bûn û çeteyên artêşa Tirk mal û milkên wan wêrankirin. Ji ber vê yekê em bang li nivîskar û ekedîmîsyenan dikin ku bi qelemên xwe li dijî binpêkirinên artêşa Tirk bisekinin.”

Hisên di dawiya axaftina xwe de got, gelê Kurd rastî qirkirinê tên, ji ber vê yekê divê yekîtiya mala kurdî were avakirin û wiha bi dawî kir: “Bi yek dengî em bang dikin û qelema xwe bilind dikin û dinivîsînin, divê yekîtiya refa kurdî çêbibe.”

(eh)

ANHA


Mijarên Din