Nivîskarekî Lîbyayê: Hikumeta Erdogan prosesa siyasî ya li Lîbyayê xirab dike

Nivîskar û akademisiyê Lîbyayê Cibraîl El-Ubeydî destnîşan kir ku serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bi mebesta pêkanîna planên xwe yên "Osmaniya duyemîn" destwerdanê di karûbarên welatên ereban dike. Cibraîl El-Ubeydî got, hikûmeta Erdogan prosesa siyasî ya Lîbyayê xirab dike.

Dewleta Tirk bi hincetên, li gorî helwesta hemwelatiyên Ereb destwerdana karûbarên dewletên Ereb didomîne. Ji doza Filistînê destpê bike heya bighêje Bihara Ereban destwerdanên Erdogan in. Enqere bi awayekî yekser bi rêya piştgiriya komên girêdayî Îxwan Mislimîn destwerdana nakokiya li Lîbyayê jî dike.

Bi dijwarbûna êrîşên artêşa Lîbyay yên bi serkêşiya Xelîfa Hefter li dora peytexta Lîbyayê Terablusê, Tirkiyê dest bi eşkerekirina desteka xwe ji çeteyan re bi awayekî yekser kir. Ji bo naskirina hewldanên Tirkiyêdi vî warî de, nivîskar û akademîsyanê Lîbyayî Cebrîl El-Ubeydî  ji ajansa me re axivî.

Di destpêka hevdîtinê de El-Ubeydî  behsa hewldanên dewleta Tirk ên destwerdana di karûbarên dewletên Ereb de kir û got: "Ji destpêka ku li Tirkiyê AKP`ê desthilatdarî kir destê xwe, hewl da hêvî û timayên Erdogan ên ji bo vegerandina dewleta Osmanî ya duyemîn bîne cih. Da ku li gorî mîraseya siyasî Erdogan bibe serokê wê. Koma Îxwan Muslmîn armanc dike ku di bin saqoya xîlafetê de bighêje dewleta murşid."

El-Ubeydî  wiha domand: "Rewşa Tirkiyê nijadperestiya toranî ye, ne ku xîlafeta Îslamî ye. Ev tişt heta di dema Osmaniyan de jî hebû. Welî hemû Tirk bûn. Ev jî tê wateya ku xîlafet toranî ye ne Îslamî ye."

Girêdayî têkîliya di navbera AKP`ê ya bi serkêşiya Erdogan û koma Îxwan Muslmîn de El-Ubeydî wiha got: "Erdogan durûyek mezin e. Di rastiyê de ew ne serokê partiyê ye, ew rûyê hevduqutkirina berjewendiyan e. Isbata wê jî nakokiya ku di navbera Erdogan û Ehmed Dawûdoglu de ye.”

El-Ubeydî  wiha berdewam kir: "Rêxistina Îxwan di rewşek normal de rûyên kesên di rêza yekemîn de dide pêş. Di rastiyê de koma di rêza duyem û sêyem de rêveberên rastîn in. Mînaka wê jî Mursî li Misirê yê ku bûbû serokkomarê Misirê, ye. Di rastiyê de ew li cem Xeyret El-Şatir kermend bû."

Nivîskar Cibrîl El-Ubeydî  gotinên xwe wiha domand: “Erdogan ne ji rêveberên rêxistina Îxwan e, têkiliya wî bi partiya Îxwanî re hevalbendiyek e û dişibe serokatiya şanazî ji partiyê re. Ne gengaze ku koma Îxwan Erdogan li şûna murşidê rêxistinê deyne.”

Girêdayî destwerdana Tirkiyê ya di Bihara Ereban û  dewletên Ereb ên din de, El-Ubeydî  got: "Bi hatina Bihara Ereban re Tirkiyê derfet dît ku Seykis Bîkoyek nû çeke. Ji nû ve nexşerêya Rojhilata Navîn li gorî eyaletên Osmanî yên berê xêz bike. Ji ber vê yekê Erdogan destwerdana Lîbya û Sûriyê kir da ku bixe bin hegemoniya xwe."

Cibrîl El-Ubeydî  girêdayî destwerdana Tirkiyê di karûbarên welatê wî de got: "Destê Tirkiyê di gelek dosyayan de heye. Jê tevlihevkirina jiyana siyasî li Lîbyayê. Destwerdana Tirkiyê di Lîbyayê de piştî ku hevalbendên Erdogan ên Îxwanî li Lîbyayê hilweşîn zêde bû. Lewra çekên ku berê bi awayekî veşartî dişand Lîbyayê eşkere kir. Îro Erdogan bi awayekî eşkere çekan rêdike. Tiştek ne hat guhertin, tiştê ku qewimiye tenê eşkerekirin bû."

Di dawiyê de El-Ubeydî wiha got: "Wekî ku fermendarên artêşa Lîbyayê gotine, wê destwerdana dewleta Tirk vîna me ya ji bo welatê me neşikîne. Eger ku xelîfeya Osmanî bi xwe were û di rêza yekemîn a çeteyan de şer bike."

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din