Nivîskarekî lubnanî: Erdogan çav berdaye zengîniya Qafkasyayê

Nivîskar û şîrovekarê siyasî yê lubnanî Serkîs Ebû Zeyd got: "Erdogan li gelek eniyan êrişên xwe berfireh kirine da ku bandora welatê xwe xurt bike û di her çareseriyeke herêmî de bibe xwedî rol. Niha jî aloziya li başûrê Qafkasyayê gur dike da ku dest deyne ser berhemên wê."

Serkîs Ebû Zeyd destnîşan kir ku Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan siyaseta êrişkariyê li gelek eniyan bi hemwextî bi kar tîne û başûrê Qafkasya, rojhilatê deryaya Spî, Lîbya û Yewnanistan mînakên vê yekê ne.

Ebû Zeyd anî ziman ku Erdogan hewl dide bandora Tirkiyê berfireh bike û li van herêman bibe xwedî rol da ku karibe di gelek qadan de qezenciyan werbigire.

Ebû Zeyd ji ANHA'yê re axivî, behsa paşperdeya planên dewleta Tirk kir û axaftina xwe wiha domand: "Tirkiye ev demek e hewl dide alozî û nakokiyên di navbera Ermenistan û Azerbaycanê gur bike, ji ber ku berjewendiyên Tirkiyê bi Azerbaycanê re hene, bi taybetî der barê boriyên gaz û petrolê û berjewendiyên aborî yên wekî din. Her wiha hevbendiyên Ermenistanê ligel hêzên ku bi Tirkiyê re bi nakok in, hene."

Nivîskar û şorevkarê siyasî yê lubnanî destnîşan kir ku Enqere hewl dide rola Azerbaycanê xurt bike û çekan jê re peyda bike da ku xwe di cihekî hêzdar bibe, dema ku çareseriyên herêmî û navneteweyî nêzik be, da ku Tirkiye xwediyê roleke mezin be û bikaribe li ser cihên ku ew neçar e ku paşde vekişe, bi taybetî li Sûriyê, li beramberî ku destkeftiyan li welatên din ên berjewendiyek stratejîk bi taybet Ermenistanê heye bistîne.

Ebû Zeyd îşaret pê kir ku Tirkiye hewl dide împeratoriya Osmanî vegerîne û li zêdeyî eniyekê destwerdanê dike da ku cihekî wî hebe ku bikaribe di çareseriyên herêmî û navneteweyî de xwedî rol be û got: "Ji ber vê yekê, ev hemî mijar dê bêne firehkirin û dê li benda çareseriyên bê bin, nemaze piştî bidawîbûna hilbijartinên Amerîka û naskirina rêya wê li herêmê."

ANHA


Mijarên Din