Nivîskarekî lubnanî têkildarî armancên dewleta Tirk û Qeterê yên li ser Lubnanê hişyarî da

Nivîskar û rojnamevanê lubnanî Fadî Akom piştrast kir ku li ser paşxaneya teqîna li Beyrûtê li hember du rêyan e, her wiha îşaret pê kir ku dibe di dema bê de nakokiyên siyasî yên mezin rû bidin û hişyarî ji derfetgirtina Tirkiye-Qeterê li ser rewşên mirovî, siyasî û civakî de da.

Nakokî û îdiayên teqîna perava Beyrûtê berdewam in, her wiha gel li ser çîna siyasî fişarê dikin, li aliyekî din jî hewldana Tirkie-Qeterê ya derfetgirtina rewşa mirovî heye.

Têkildarî mijarê, Fadî Akom ji ANHA’yê re axivî. Akom got: "Tiştê li Beyrûtê bûye, di encama siyaseta gendel a demên borî li welat de bû. Her wiha gendelî êdî li Lubnanê belav bûye. Gelek lêkolînerên siyasî û aborî li xwe mikur hatin ku Lubnanê bi rastî hilweşiye."

TEXMÎNÊN RÛDANA TEQÎNÊ

Akom wiha diyar kir: "Du texmînên teqînê hene, yek xetaya (çewtî) mirovî ya normal a nebaşbûna depokirinê. Pêdiviya vê jî bi lêpirsîna rayedaran heye. Li vir ne tenê li ser kesên xebat depokirinê diaxivin, lê belê li ser kesên çav ji telefîkirina van madeyên qedexe re girtine û li bajêr hiştine, diaxivin.

 Bi taybet qanûna navneteweyî depokirina mîna van madeyan li deverên sivîl qedexe dike."

Li gorî Akom texmîna duyemîn jî wiha ye: "Dibe moşeke li herêmê ketibe û bi vî awayî teqiyabe. Her wiha ji ber çekên girêdayî partiya Hizbullah li wir hebûn, ku li gorî lêkolînerên leşkerî pêşbîneyek e. Her wiha lêkolînerên leşkerî piştrast dikin ku ev made " Ammonia nitrate " bûn ku germahiyeke mezin dixwazin heta biteqin, yan jî moşekek mezin mîna Sîfor û hwd din dikare teqîneke bi vî awayî pêk bîne. Bi rastî di dîmenan de hat diyarkirin ku balafirek an jî moşekek li asîman hebûn, ev çi qas rast e nizanim."

Akom bal kişand ser ku di dawiyê de dive berpirsên depokirina van madeyên teqemeniyê bên lêpirsînkirin, her wiha piranî ji wan girêdayî Teyar El-Samin  a Adarê (Şepêla 8’an a Adarê) an jî yên Hizbullahê ne.

LUBNAN LI HEMBER DU RÊYAN E

Nivîskar û rojnamevanê  lubnanî wiha gotinên berdewam kirin: "Niha Lubnan li hember du rêyên rastîn e. Welat di bingeh de di karesatekê de dijî. Niha Lubnan bajarekî wêrankirî ye, her wiha texmîn dikim ku ragihadina paytexteke dewletekê ku wêrankirî ye, mijareke gelekî xeternak e."

Akom destnîşan kir ku dewletên ewropî, biyanî û DYA’yê, her wiha dewletên erebî şandina alîkariyên aborî yên yekser ji hikumeta Lubnanê re bi sedema helwestên berê yên girêdayî rawestandina gendeliya mirovahî, red dikin."

‘DI QONAXA BÊ DE DÊ NAKOKIYÊN SIYASÎ YÊN MEZIN RÛ BIDIN’

Der barê sînaryoyên texmînkirî de Akom wiha dibîne: "Dibe di merheleya bê de nakokiyên siyasî yên mezin li Lubnanê rû bidin. Ji ber ku daxwazên istîfakirinê zêde dibin. Her wiha heke di welat de hilbijartinên parlamentoyê yên pêşwext çêbûn, dê ne tenê istîfakirinê li ser hikumetê bisekine, lê belê dê tevahî kesên desthilat ji parlamentoyê bigire heta bi hikumetê istîfa bikin.

Gelek nîşan hene ku tîma desthilat hewl dide hin kesan tewanbar bike ku xwe ragirin û demê bi dest bixin, bi taybet ji ber ku Lubnanê li pêş rewşeke siyasî ya pir xeternak e. Li aliyekî din jî dê kujerên şehîd Refîq Herîrîdi 18’ê meha bê de bên ragihandin, têkilarî vê jî tiliyên tewanbariyê li dijî Hizbullah û endamên wê ne."

‘MIJAR KETINE NAVA HEV’

Akom da zanîn ku mijar ketin nav hev û nakokî bilindtir bûn. Dibe ev destpêka dawiya aloziya li herêma Rojhilata Navîn û serweriya Îran û pasdarên wê be. Ji Lubnanê tevahî pirsgirêkên li herêmê belav bûn, bi taybet baskên wê Hizbullah. Heke ew serwerî nehat têkbirin, dê xeterî û şantaja wê bê sînordarkirin. Her wiha dê Lubnan li siyaseta xweragirtin û necezakirinê vegere, bi taybet bi dewletên herêmê û dewletên biyanî re. Dê bi wê re jî gelek fînansman li herêmê zêde bibin, deriyên alîkariyê yên dibe ku gelê Lubnanê ji rewşa aboriyê rizgar bike bên vekirin.

Akom wiha domand: "Lubnan niha li hember alîkariyên ku hatine ragihandine. Dibe ku Fransa serkêşiya alîkariyên ewropî yên pêşkêşkirî bike. Her wiha gelek dewletên erebî mîna Misirê alîkarî ji Lubnanê re şandin, deriyên nexweşxaneyên medayî ji tedawîkirina birîndaran re vekirin, gelek erebeyên alîkariyên tenduristî û xwarinê şandin, li kêlek Misirê jî, Kiwêt, Îmarat, Erebistana Siûdiyê, Urdin û Cezaîrê alîkarî şandin."

DERFETGIRTINA QETER-TIRKIYÊ JI REWŞAN

Akom hişyarî da û got: "Mîna her carê Qeter û dewleta Tirk rewşên heyî derfet digirin û dibêjin wan yekemîn alîkarî şandine. Ev jî ne dûr e. Me di 2006’an de di dema hewldana nixumandina piştevaniyê ji hin rêxistinên terorîst û derbasbûna piştevaniyê ji Hizbullahê re di bin perdeya alîkariyên mirovî dît. Heke bi tevgerîna erebî ya lez a sekna li rex gelê Lubnanê û ne li gel hikumeta lubnanî û wîlayeta niha re, nehat girtin dê ev bibe mijareke xeternak."

Fadî Akom wiha bi dawî kir: "Divê di gel rewşên siyasî, mirovî û civakî yên awarte de bi awayekî yekser bi gelê Lubnanê re bisekinin. Mîna çawa dewletên ewropî bi rêya Fransa deriyên derfetgirtina rewşên heyî ji aliyên Tirkiyê û Qeterê ve girtine ku jehrên xwe di nava civaka Lubnanê de belav nekin. Ji ber ku destê Qeterê di hundirê Hizbullahê de heye û destê dewleta Tirkiyê li herêmên bakurê Lubnanê heye ku hewl didin ewlehî û aramiyê hilweşînin û planên xwe yên wêranker li herêmê belav bikin."

(fr)

ANHA


Mijarên Din