Nivîskarek misrî: Dewleta Tirk armanca xwe ya osmanî kontrolkirina hemû herêmên berhemdar e

Nivîskarê misrî Osama El-Enîzî teqez kir ku Tirkiyê ne tenê Bakur û Rohilatê Sûriyê dike hedef lê belê timayên wê yên osmanî ji bo kontrolkirina tevahiya herêmên berhemdar hene. El-Enîzî dewletên Ereb hişyar kir ku êrîşa Tirkiyê ya heyî dê tevahiyan bike hedef.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gel hewldanên navdewletî didomin. Ji wan hewldanên ku êrîşên Tirkiyê red kirine,  helwestên dewletên erebî ne. Girêdayî wê nivîskarê misrî Osama El-Enîzî ji ajansa me re axivî.

El-Enîzî di destpêkê de got: "Erdogan bi dînbûna mezinahiyê ketiye û hewl dide zemîna xwe û ya partiyê xwe ya gelêrî li ser hesabê enqazên dewletê vegerîne. Tirkiyê ne tenê Bakurê Sûriyê dike hedef lê belê dê êrîşî enqazan her dewleteke zaîf bike. Bi timayên xwe yên osmanî hewl dide herêmên xwedî berhemên binerd bi rêya wêrankirina dewletan kontrol bike. Ew amûra hêzên cîhanî ye yên ku hewl dide Rojhilata Navîn ji nû ve parçe bikin. "

Girêdayî helwestên dewletên ereb El-Enîzî got: "Mixabin helwesta dewletên ereb mîna gayê reş e yê ku piştî gayê spî xwariye serê xwe xistiye bin erdê. Ez dibînim ku wê kesek ji êrîşa heyî li ser herêmê me nefilte. Hemû mijara demê ye. "

Têkildarî çaranûsa Misrê nivîskar got: “Misr hertim di helwestên xwe de bi Tirkiyê ne zelal e. lê bê carê bi awayekî hewl da rayek giştî erebî li dijî êrîşa wê ava bike. Wek her car jî Misr bin ket ji ber ku piraniya dewletan hesabên xwe yên taybet didin pêşiya yên giştî."

(şx)

ANHA


Mijarên Din