Nûjîn Dêrik: Tirkiye yekser destekê dide şaneyên terorîstan

Berdevka fermî ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nûjîn Dêrik got: “ Hêzên Ewlehiya Hundirîn gelek şane û komên terorîst tune kirin. Piştî lêpirsînan eşkere bû ku komên terorîst desteka xwe yekser ji Tirkiyê digirin.”

Piştî ku QSD`ê DAIŞ`ê têk bir, şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê li herêmê bi awayekî mezin çalak bûn û gelek bajar, bajarok û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin hedef. Terorîstan li bajarên Reqa, Minbic û Tebqayê teqîn pêk anîn. Li ser wê Hêzên Ewlehiya Hundirîn operasyon li dijî wan şaneyan zêde kirin.

Berdevka fermî ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nûjîn Dêrik girêdayî encamê operasyonên taybet ên ku hêzê li dijî şaneyên veşartî pêk anîne ji ajansa me re axivî.

Nûjîn Dêrîk got: "Piştî têkçûna DAIŞ`ê, herêm derbasî pêvajoyek nû bû. Ew jî pêvajoya tunekirina şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê ye. Ev jî bi rêya operasyonên taybet ên QSD û Hêzên Taybet ên girêdayî Hêzên Ewlehiya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didome."

Nûjîn destnîşan kir ku QSD, YPG û YPJ`ê rolek bingehîn di têkbirina DAIŞ`ê de lîstiye. Lê niha û piştî têkbirina DAIŞ`ê rola bingehîn di paqijkirina herêmê de ji şaneyên çeteyên DAIŞ`ê û kontrolkirina ewlehiya herêmê dikeve ser milê Hêzên Ewlehiya Hundirîn.”

‘Ne tenê DAIŞ, destên Tirkiyê û rêjîma Sûriyê di êrîşên li ser Bakurê Sûriyê de hene’

Nûjîn diyar kir ku çete gelek bûyerên xwekuj li herêmên Reqa, Tebqa û Minbicê bi tayebt li Dêrazorê pêk tînin. Nûjîn got: “Ew şane ne tenê girêdayî DAIŞ`ê ne, girêdayî rêjîm û Tirkiyê jî ne. Herêmên QSD`ê û Hêzên Ewlehiya Hundirîn di bin navê DAIŞ`ê de dikin hedef.”

Girêdayî armanca hedefgirtina Tirkiyê û rêjîma Sûriyê Nûjîn got: "Her du alî di bin navê DAIŞ`ê de û bi riya şaneyên xwe êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Beyî ku cudahî bixin di navbera sivîl û leşkerî de. Her du alî hewl didin ji raya giştî re xuya bikin ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne ewle ne. Lê hêzên me gelek êrîş rawestandin û kesên ku ew kirinên sûcdar dikirin girtin."

Nûjîn tekez kir ku Hêzên Taybet ên Hêzên Ewlehiya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêzeoperasyonên tekûz pêk anîn, di encamê de bi dehan komên terorsît ku bûyerên xwekuj an jî êrîş plan dikirin girtin.

‘Tirkiye yekser desteka şane û komên terorîst dike’

Girêdayî encamê operasyonên Hêzên Ewlehiya Hundirîn Nûjîn Dêrik wiha axivî: "Hêzên me gelek komên girêdayî MIT`a Tirk, rêjîma Sûriyê, Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê girtine. Di encama lêpirsînan de xuya bû ku ew kom palnên xwe li bajarên Bab, Cerablus û Idlibê plan dikin yanî herêmên bin dagirkeriya Tirkiyê de."

Nûjîn di berdewama axaftina xwe de tekez kir ku ji komên herî sereke girtine, komên ku bi awayekî yekser bi Tirkiyê dixebitin û Tirkiyê ji wan re çek, cabilxane û tevahiya cureyên teqemeniyan pêşkêş dike.

Nûjîn di dawiyê de got: “Dê hêzên me nuqteyên kontrolkirinê li tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bikin. Operasyonên mezin li dijî şane û komên terorîst pêk bînin da ku herêm bi temamî ji xeteriya wan şane û koman paqij bikin.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din