NNA: Li Mezreyên Şebayê rêzeteqîn pêk hatin

Ajansa Nûçeyan a Weteniya ya Lubnanê  (NNA) ragihand ku li herêma Mezreyên Şebayê ya başûrê rojhilatê Lubnanê teqîn rû dan.

Li gorî NNA‘yê hêzên Îsraîlê ji devera Riwêsat El-Elem a Mezreyên Şebayê bombeyên ronî avêtin asmanê girê Sedana, Birket El-Neqar, Mehla Beyardir. Ajansê destnîşan kir ku dengê gelek teqînan ji hundirê Mezreyê hatin bihîstin.

Şevê din artêşa Îsraîlê navenda fermandariya Eniya Gel a Rizgarkirina Filistînê ya li Lubnanê kiribû hedef, beriya vê yekê jî droneke Îsraîlê li li asmanê Dahiya El-Cinûbiyê ya Beyrûtê ku bargeha Zibullah li wir e.

Serokê Lubnanê Michele Ewn îro ragihand ku herdu êrîşên Îsraîlê mîna "Ragihandina şer e" û mafê Lubnanê ye parastina xwe bike.


Mijarên Din