Nûnerê Asûriyan:Mezintirîn çek li dijî gefên Trikiyê hevgirtin e

Nûnerê Asûriyên di Meclisa Rûspiyên kantona Hesekê de tekez kir ku yekîtiya pêkhatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî gefên Tirkiyê yên dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê, mezintirîn çek e.

Dewleta Tirkiyê di sê heftiyên derbasbûyî de gefên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir kiriye.Di heman demê de hêza leşkerî li hemberî kantonên Til Ebyed û Kobanê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cih kiriye û hewldana dagirkirina herêmê dike.

Di vê çarçoveyê de nûnerê Asûriyan ê di Meclisa Rûspiyên Kantona Hesekê de, Abd El-Ehed Abd El-Ehed got:"Ji destpêka Şoreşa Sûriyê de Serêkaniyê rastî gelek êrîşên hovane hat.Ev jî bi rêya vekirina dewleta dagirker a Tirkiyê ji sînorê xwe re û bi armanca dagirkirina herêmê, gelek komên çete şand."

Ebd El-Ehed bal kişand ser ku:"Li dijî gefên dagirkeriya Tirkiyê, hevgirtina pêkhatiyên herêmê mezintirîn çek e."

Nûnerê Asûriyan di Meclisa Rûspiyên Kantona Hesekê de Abd El-Ehed Abd El-Ehed, gefên dagirkeriya Tirkiyê şermezar kir û wiha dawî li axaftina xwe anî"Em bi tundî hemû planên Osmaniyan şermezar dikin."

(eh)

ANHA


Mijarên Din