Nûnerê Denîmarkê QSD û Rêveberiya Xweser silav kir

Mudirê Karûbarên Seferetxaneya di Wezareta Karên Derve ya Danîmarkê de Chirstover îşaret bi rola QSD`ê û Rêveberiya Xweser di şerê li dijî DAIŞ`ê de kir.

Îro mudirê Karûbarên Balyozxaneyê yê Wezareta Derve ya Danîmarkê Chirostover Vivic serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Vivic ji aliyê Hevserokatiya Navenda Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Abdullkerîm Umer, Emel Dade, endama Têkiliyên YPJ`ê Nojîn Mihmed, nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dewletên Scandinavia û Siwêdê Wîstir Kiradgi ve hat pêşwazîkirin.

Di serdanê de Vivic zarokek çeteyên DAIŞ`ê ku bi eslê xwe ji Denîmarkeyê ye ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê  li gorî wesîqeya wergirtinê di navbera hikumeta wî û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de wergirt.

Piştî civînek girtî di navbera her du aliyan de Vivic di kongreyek çapemeniyê de spasiya QSD û Rêveberiya Xweser ji bo şerê DAIŞ`ê kir. Her wiha pesnê destanên leşkerî yên ku ji tunekirina DAIŞ`ê hatine dayîn kir û wiha domand: " Ji ber erkek mirovî ez li vir im. Em spasiya tevahiya aliyên ku pêkanîna vê erka mirovî hêsan kirine dikin û spasiya Rêveberiya Xweser dikin ji ber hevkariya wê bi hikumeta Denîmarkeyê re."

Ji aliyê xwe ve Emel Dade eşkere kir ku di civînê de operasyonên QSD`ê yên têkoşîna li dijî terorê nîqaş kirine. Her du aliyan zehmetiyên ku Rêveberiya Xweser piştî tunekirina DAIŞ`ê dikşîne destnîşan kirine bi taybet di warên xizmetguzarî û pêwîstiya piştgiriya Rêveberiya Xweser.

Emel wiha domand: "Her wiha me pêwîstiya çareseriya aloziya Sûriyê ji aliyê siyasî ve û pêwîstiya beşdarkirina nûnerên Rêveberiya Xweser di civîn û danûstandinln bê de nîqaş kirin."

Emel destnîşan kir ku rewşên malbatên DAIŞ`ê yên ku niha di nav kampên Rêveberiya Xweser de ne û pêwîstiya vedîtina makenîzmmeya vegerandina wan ji welatên wan re bûn mijara nîqaşên civînê.

Tê destnîşankirin ku di van demên dawîn de gelek şandeyên Rojavayî serdana herêmên Rêveberiya Xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin.

(şx)

ANHA

  


Mijarên Din