Nûnerê Derve yê Nerwêcê serdana Rêveberiya Xweser kir

Nûnerê Karên Derve yê Nerwêcê raber kir ku Rêveberiya Xweser kedeke mezin ji bo koçberên li herêmê dide û îşaret pê kir ku hêvîdar in li gel Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevkar bin.

Îro, nûnerê Karên Derve yê Nerwêcê Christine Netland serdana Navenda Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li navçeya Eyn Îsayê ya girêdayî kantona Girê Spî, kir.

Nûnerê Karên Derve ji hêla hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Abdulkerîm Umer ve hate pêşwazîkirin. Civîna di navbera her duyan de zêdetirî 2 saetan girtî li pêş çampemeniyê, berdewam kir.

Piştî civîn bi dawî bû, nûnerê Karên Derve yê Nerwêcê li pêş çapemeniyê naveroka civîn û sedemên serdana wî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, aşkere kir.

Nûnerê Karên Derve yê Nerwêcê ji çapemeniyê re got: "Ji min re rûmeteke mezin e ku li vê herêmê û di nava we de bim."

Li ser naveroka civînê jî Christine Netland wiha pê de çû: "Me civîneke biguncaw bi Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser re li dar xist û me rewşa mirovî nîqaş kir."

Christine Netland axaftina xwe wiha domand: "Dewleta Nerwêcê bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îtîraf dike û nirxê dide kedên ku pê radibe. Tevî wê jî xebatên baş û mirovî ji koçberan re hatiye kirin."

Christine Netland nûnerê Karên Derve yê Nerwêcê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Îro, me gelek mijar nîqaş kirin. Dê nameya Rêveberiya Xweser bigihîne hikumeta Nerwêcê. Hêvîdar im hevkariyeke baş di navbera Rêveberiya Xweser û hikmeta Nerwêcê de pêk bê."

(fr)

ANHA


Mijarên Din