Nûnerê DYA’yê bang li aliyên Sûdanê kir ji bo jinûvedestpêkirina diyalogê

Wezareta Karên Derve ya DYA’yê ragihand ku cîgirê wezîrê karên derve yê kar û barên Afrîkayê Tibor Nag dê di çend rojên pêş de ji bo ji nû ve destpêkirina diyaloga di navbera Meclisa Leşkerî ya Demkî û rayedarên tevgera xwepêşandanê de, serdana Xertûmê bike.

Wezareta Karên Derve ya DYA’yê bi rêya daxuyaniyekê raber kir ku serdana Tibor Nag a Sûdanê di çarçoveya gera Afrîkayê ya 12-23’yê meha Hezîranê de ye.

Tibor Nag dê di serdana xwe de nûnerên Meclisa Leşkerî ya Demkî ya Sûdanê û tevgera xwepêşandanan bibîne.

Li aliyekî dîtir jî Wezareta Karên Derve ya DYA’yê diyar kir ku gera Tibor Nag dê li Etiyopyayê jî ku navenda Yekitiya Afrîkayê ye, pêk bê.

Her wiha dê gera dîplomatê DYA’yê li navenda başûrê Afrîkayê jî pêk were û dê li Johannesburgê daxuyaniyekê der barê siyaseta Afrîkayê ya rêveberiya serokê DYA’yê Donald Trump de bide. Her wiha dê Nag berê xwe bide Mozambîkê da ku beşdarî Lûtkeya Maboto ya DYA û Afrîkayê ya xebatan bibe.

(fr/kc)

 


Mijarên Din