Nûnerê êla El-Cewle: Pêwîstiya gelê herêmê bi Rêber Abdullah Ocalan heye

Nûnerê êla El-Cewale Ebdulrehman Reşîd got: “Fikrên Rêber Abdullah Ocalan ên ronîdar gel ji xewa dirêj şiyar kirin. Gelên herêmê yên bindest ên ku banga azadiyê û tunekirina zulmê dikin, hîna bi hewcedariya fikrên wî ne. Em bang li rêxistinên NY û rêxistina CPT dikin ku bi rola xwe rabin û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bikin.”

Rêber Abdullah Ocalan di 15`ê Sibata 1999`an de bi rêya komployek navdewletî û herêmî dîl hate giritin. Ji wê demê  heta roja me ya îro, desthildatdariya Tirkiyê tecrîdek giran li ser wî ferz dike. Gelên Kurdistanê dibînin ku armanca sereke ya tecrîdê ew e ku rê nedin fikr û perspektîvên Rêber Abdullah Ocalan bigihêjin gelên herêmê.

Nûnerê êla El-Cewale ya herêma Cizîrê Ebdulrehman Reşîd diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo rizgarkirina gelên herêmê ji zulmê û azadiya gelê xwe û gelên herêmê tê koşiya û hîna tê dikoşe û got: "Ruxmî ku Rêber Abdullah Ocalan ji 20 salan ve dîl hatiye girtin, lê fikrê wî yê azad rêya me ronî dike."

Reşîd destnîşan kir ku piştî fikrên Rêber Ocalan belav bûn desthilatdarên Tirkiyê tecrîd giran kirin û got: "Fikrên Rêber Abdullah Ocalan çar dîwarên zindanê derbas kirin. Lewra desthilatdarên Tirkiyê zextê li Rêber dikin û tecrîdek girankirî lê ferz dikin. Ji vê yekê armanc dikin rê nedin ku firkên wî yên ronîdar bigihêjin gelên herêmê.”

 Ebdulrehman Reşîd destnîşan kir ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan gel ji xewa kur şiyar kirin û gelên bindest ên banga azadiyê û tunekirina zulmê dikin hîna bi hewcedariya firkên wî ne. Reşîd bang li rêxistinên NY û CPT kir ku rola xwe bilîzin û mudexele bikin da ku tecrîdê rakin.

Reşîd di nav gotinên xwe de anî ziman ku rakirina tecrîdê li ser Rêber Abdullah Ocalan dê bi awayekî mezin rolek di vejnadina herêmê de bilîze. Reşîd wiha pêde çû: “Ji ber ku herêm bi hewcedariya rêveberiyek dirûst xwedî fikrên rast dûrî berjewendiyan e. Dê rolek di tunekirina zulmê li ser gelên herêmê bilîze. Ne tenê desthilatên Tirkiyê tecrîdê ferz dikin, têkiliyên dewletên kapîtalîzmê tê de hene. Ji ber ku ew dewlet li dijî azadî û demokrasiyê ne. Derketina Rêber Abdullah Ocalan, têkoşîna wî ji bo azadî û mafên gelên herêmê zirarê digihîne berjewendiyên van dewletan, ên ku ji bilî pere tiştek din ne xema wan e."

Di dawiyê de Reşîd banga pêwîstiya bidawîkirina tecrîdê û serbestberdana Rêbertî kir, da ku rola xwe ya pêşeng di xilaskirina gelên herêmê de ji zulmê bilîze.

(şx)

ANHA


Mijarên Din