Nûnerê Mala Êzîdî: Divê Êzîdî li dijî gefên Tirkiyê bisekinin

Hevserokê Boruya Karûbarên Olan û nûnerê Mala Êzîdî Cibêr Cindo diyar kir ku Tirkiye hebûna Kurdan, bi taybet a Êzîdiyan hedef digire û wiha got: “Piranî komkujiyên ku Êzîdî tê re derbas bûne bi destê Tirkiyê ne. Divê Êzîdî li dijî gefên Tirkiyê bisekinin.”

Hevserokê Boruya Karûbarên Olan û nûnerê Mala Êzîdî yê Herêma Cizîrê Cibêr Cindo got: "Piranî komkujiyên (fereman) li dijî Êzîdiyan pêk hatine, bi destê dewleta Tirk in."

Cibêr îşaret pê kir ku gefên serokkomarê dewleta Tirk a Recep Teyyip Erdogan ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di çarçoveya qirkirin û tinekirina gelê Kurd de, ye. Fermanên Tirkiyê yên dijî Êzîdiyan nîşaneya vê yekê ne."

Di dîroka Împratoriya Osmanî de, gelek komkujî li dijî gelên (Ermen, Ereb, Suryan, Kurd) Rojhilata Navîn ên resen in. Tirk bi rêya siyaseta Împratoriya Osmanî komkujiyan pêk tîne.

Cibêr Cindo destnîşan kir ku hejmareke mezin ên Êzîdiyan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene, bi taybet li gundên sînor. Cindo got: “Dîroka me dirêj e. Me rêxistina xwe di bin banê Meclisa Sûriyê Demokratîk û Rêveberiya Xweser de damezrand. Em dibînin ku dê dîsa komkujiyan li ser gelê Êzîdî pêk bînin.”

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hezaran Êzîdî hene. Ji lew re Êzîdiyên li wir ditirsin ku azarên wan ên li Şengal û Efrînê bi êrîşên Tirkiyê re dubare bibin. Her wiha dewleta dagirker a Tirk piştî dagirkrina Efrînê Kurdên Êzîdî neçarî hembêzkirina Îslamê kir. Li rexê jî navendên ola Êzîdî vegerandin mizgeftan.

Cindo got: “Êzîdiyên li Efrînê di dema êrîşkirina artêşa dagirker a Tirk a li ser Efrînê, hatin kuştin.”

‛Me xwe bi rêxistin kir û dê li hember dijmin bisekinin’

Hevserokê Boruya karûbarên olan û nûnerê Mala Êzîdî Cibêr Cindo anî ziman ku Êzîdiyên li Herêma Cizîrê di bin banê QSD’ê û Rêveberiya Xweser a Demokratîk de xwe bi rêxistin kirin û wiha lê zêde kir. "Niha hêzeke me ya leşkerî heye û dê li hember dijminatiya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin."

Di dawiyê de Cibêr Cindo bang li tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku tevahî enerjiyên xwe li dijî gefên dewleta dagirker a Tirk bikar bînin.

(fr/bm)

ANHA


Mijarên Din