Nûnerê NY’yê banga agirbesta lezgîn li Lîbyayê kir

Nûnerê NY’yê yê taybet ê Lîbyayê Xesan Selame banga agirbesta mirovî ya lezgîn li Terablusê kir da ku alîkariya koçberên ji şerê di navbera Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê bi serokatiya Muşîr Xelîfe Hefter û hêzên hikumeta El-Wîfaq El-Wetenî bi serokatiya Fayêz El-Serac de direvin, bê kirin.

Spûtnîkê ragihand ku nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê taybet ê Lîbyayê Xesan Selame daxuyand ku divê agirbesta mirovî ya lezgîn li Terablusê pêk were da ku alîkariya koçberên ji şerê Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê û hêzên hikumeta El-Wîfaq El-Wetenî direvin, bê kirin. 

Selame, piştî gera li nava ajansên ku bi NY’yê re li Terablusê dixebitin, daxwaza zêdekirina piştevaniya penaberên ku ji şer direvin, kir.

Selame bal kişand ser keda Şaredariya Terablusê û Heyva Sor a piştevaniya koçberan. Her wiha tevahî aliyên pêwendîdar hişyar kir ku divê bi awayekî lezgîn koçber vegerin welatên xwe.

Şerê li Terablusê di navbera artêşa Lîbyayê bi fermandariya Muşrî Xelîfe Hefter û hêzên girêdayî hikumeta El-Wîfaq El-Wetenî ya girêdayî Tirkiye û Qeterê, zêdetirî mehekê dest pê kiriye. Di encamê de li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê 376 kuştî û hezar û 822 birîndar hene.  Li aliyekî dîtir jî rêxistina navdewletî ya penaberiyê texmîn dike ku hejmara koçberan gihaştiye 38 hezar û 900’î.

Li ser desthilatê li Lîbyayê 2 alî şer dikin. Ew jî hikumeta El-Wîfaq El-Wetenî bi serokatiya Fayêz El-Serac a ku di dawiya 2015’an de li gorî peymana piştgiriya NY’yê hatiye avakirin û Terablus navenda wan e û desthilata li rojhilatê Lîbyayê bi piştevaniya Artêşa Nîştimanê ya Lîbyayê bi fermandariya Muşîr Xelîfe Hefter in.

(fr)


Mijarên Din