Nûnerê Pûtîn ê Sûriyê: Divê parastina berjewendiyên hemû etnîk û olan li Sûriyê bê kirin

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê îro destnîşan kir ku şandeya Rûsyayê serdana Şamê kir û bi serokê rejîma Sûriyê Beşar El-Esed re civiya, her wiha tekez kir ku divê berjewendiyên hemû etnîk û olan li Sûriyê bên parastin.

Ajansa Tas a Rûsyayê ji daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ragihand ku nûnerê  taybet ê serokê Rûsyayê li Sûriyê Alexander Lavrentiyev û cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Verşînîn bi serokê rejîma Sûriyê Beşar El-Esed re li Şamê civiyan da ku rewşa Sûriyê binirxînin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Her du aliyan bi berfirehî rewşa heyî nîqaş kirin, her wiha her du aliyan îşaret bi girîngiya rizgarkirina xaka Sûriyê û yekbûna wê kir, ew yek di çarçoveya parastina berjewendiyên hemû komên etnîk û olan de pêk bê."

Wezaretê di daxuyaniya xwe de wiha domand: "Her du aliyan pêşkêşkirina alîkariya mirovî ji Sûriyê re bêyî şert û xurtkirina xebatên siyasî di navbera gelê Sûriyê de ku NY`yê desteka wê dike, li gorî biryara Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê ya bi hejmara 2254’an nîqaş kirin."

(jo)

 


Mijarên Din