Nûnerê Siwêdê: Em ê destekdayîna bi şirîkên xwe re dewam bikin

Serokê şandeya Siwêdê û nûnerê navnetewî yê Siwêdî ji dosya Sûriyê re Berwar Benyûz anî ziman ku sedama serdana wan a ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew e ku rewşa herêma ya piştî têkbirina çeteyên DAIŞ‘ê bişopînin û teqez kir ku dê welatê wê destekdayîna xwe ya  bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam bike.

Îro di saetên sibê de şandeyek ji Siwêdê bi rêya dergeha Sêmalka ya li ser sînorê Başûrê Kurdistanê, derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû. Şande ji nûnerê navnetewî yê Siwêdî ji dosya Sûriyê re Berwar Benyûz, berpirsê dosya Sûriyê di wezareta Karên Derve ya Siwêdê de Karyohan Wînbirx, berpirsê bernameya alîkariyê ya cîhanî (Sîda) Berdans û şêwermenda qanûnî Afîn Citîn, pêk tê.

Şande li bajarê Qamişlo ji aliyê serokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Umer û berdevkê Fermî yê Daîreya Têkiliyan Kemal Akif ve hat pêşwazîkirin.

Serokê şande û nûnerê navnetewî yê Siwêdî ji dosya Sûriyê re Berwar Benyûz  ji çapemeniyê re axivî û got: "Sedema serdana wan a ji bo Bakur û Rojhilatê Spriyê ew e ku rewşa herêma ya piştî têkçûna DAIŞ‘ê ya ji QSD‘ê ve nas bikin û hevdîtinan bi berpirsên rêveberiyê re pêk bînin."

Berwar Benyûz  anî ziman ku ew jî beşek ji Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ‘ê ne û pêwîst e ku serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin û rewşa şirîkên xwe nas bikin. Benyûz got, şirîtkên wan dê destekdayîna xwe ya bi şirîkên xwe re dewam bikin.

Serokê şandeyê û nûnerê navnetewî yê Siwêdî ji dosya Sûriyê re Berwar Benyûz di dawiya axaftina xwe de spasiya Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk kir ku DAIŞ têk birin.

Civîna şandeyê ya li navenda Daîreya Têkiliyên Derve ji çapemeniyê re girtîn dewam dike.

Serdana şandeyê dê du rojan dewam bike û di nav rojan de serdana partiyên siyasî û saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din