Nûnerê Siwêdê serdana Goristana Şehîdan kir

Malbatên şehîdan ên kantona Qamişlo daxwaz serokê şandeya Siwêdê û nûnerê navneteweyî yê Siwêdê yê dosyaya Sûriyê kirin ku pêwîste Siwêd helwesta xwe ji gefên Tirkiyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar bike û piştgiriya xwe bi herêmê re zêde bike ji bo ku nûnerên pêkhateyên herêmê tev li danûstandinên siyasî yên çareseriya aloziya Sûriyê bibin.

Îro vê sibehê şandeyek peyabilind a Siwêdê bi rêya deriyê Sêmalka derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû. Şande ji nûnerê navneteweyî yê Siwêdî yê dosyaya Sûriyê Bar Ornioz, berpirsê dosyaya Sûriyê yê wezareta derve ya Siwêdê Cariwan Weinbach, berpirsê bernameya alîkariyê ya cîhanî (SIDA) Bridance û şêwirmenda qanûnî Afîn Çitîn pêk hat.

Şande li bajarê Qamişlo ji aliyê serokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Umer û berdevkê Fermî yê Daîreya Têkiliyan Kemal Akif ve hat pêşwazîkirin.  Piştre şandeya Siwêdê berê xwe da Goristana Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo. Li wir serokê şandeyê û nûnerê navneteweyî yê dosyaya Sûriyê Bar Ornioz û serokê Daîreya Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Umer gul danîn ser peykara sembola gorên şehîdan a ku li goristanê hatiye danîn.

Di serdanê de serokê şandeyê got: "Em deyndarên fedekariyên bêhempa yên ku ji bo tunekirina terorê hatine dayîn in û her kesê ku ji bo parastina cîhanê canê xwe feda kiriye. Fedekariyên ciwanên herêmê nayên ji bîrkirin. Ji bo şerê li dijî terorê divê em şopdarên wan bin. Em bejna xwe li hember fedekariyên şehîdên we ditewînin."

Şande di nav goristanê de geriya û malbatên şehîdan jî nameyek radestî şandeyê kirin. Di nameyêde malbatan bang li hikumeta Siwêdê kirin ku helwesta xwe ji gefên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar bike û Siwêd ji bêdengiya xwe li hember binpêkirinên ku der heqê herêmê de ji hêla Tirkiyê ve têne kirin derkeve bi taybet li Efrînê. Her wiha piştgiriya xwe ji herêmê re zêde bike da ku nûnerên pêkhateyên herêmê tev li diyaloga siyasî ji bo çareseriyta aloziya Sûriyê bibin.

Malbatên şehîdan di nameya xwe de ev tişt gotin: "Wek şêniyên herêmê me li şûna cîhanê şerê hovantirîn cureyên terorê û ya herî xeter kir. Ne ji fedekariyên gelê Kurd li rex pêkhateyên herêmê bûye, terorê dê di dewletên rojavayî de kirinên xwe pêk bianîna. Ji ber ku ev teror mîna kanserê li gelek herêman belav bû."

Şandeyê soza da ku dê piştevaniya heêrmê û hêzên wê yên leşkerî dewam bikin.

Şande vegeriya navenda Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê da ku bi partiyên siyasî yên herêmê re civînekê li dar bixe.

(şx)
ANHA


Mijarên Din