Nûnerê Wezareta Derve yê Australia Philip gihîşt herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Nûnerê Wezareta Derve yê Australia John Philip gihîşt Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li bajarê Qamişlo. Philip ji aliyê hevserokê daîreyê Ebdullkerîm Umer û cîgira hevserokatiya daîreyê Ebîr Eliya ve hate pêşwazîkirin.

 Nûçegihanê me teqez kir ku Nûnerê Wezareta Derve yê Australia John Philip beriya niha bi çend kêliyan gihîşt navenda Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Tê payîn ku John Philip bi hevserokatiya daîreyê re bicive û piştre der barê sedema ziyareta xwe, daxuyaniyekê bide.

(kc)

ANHA

 


Mijarên Din