Nûnerên êlan berê xwe didin cihê komxebatê

Ji sibehê de nûnerên êlên Sûriyê berê xwe didin navenda bajarokê Eyn Îsa da ku beşdarî Komxebata Êlan bibin ku bi sponseriya Meclisa Sûriya Demokratîk li dar dikeve.

Îro bi dirûşma "Êlên Sûriyê civakê û hevpeymana civakî diparêzin" li bajarokê Eyn Îsa Komxebata Êlên Sûriyê tê lidarxistin. Li gorî komîteya amadekar a komxebatê ji ajansa me re ragihandiye, tê payîn ku bi hezaran nûnerên êlên Sûriyê, nûnerên saziyên civaka sivîl û çalakvan beşdarî komxebatê bibin.

Li Eyn Îsayê gelek kon ji bo komxebatê hatin vedan. Ev gav jî weke gava yekitiya ref û çarenûsê tê dîtin.

Komxebata Êlan ku tê de nûnerên hemû netewe û pêkhateyên Sûriyê beşdar dibin, ji bo diyarkirina rola xwe ya şerkirina terorê û piştevanî û avakirina Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) e.

Tê payîn ku komxebat di kêliyên pêş de dest pê bike.

(fr)

ANHA


Mijarên Din