Nûnerên Rûsyayê û Beşar El-Esad li hev civiyan

Ajansa Reuters li ser zimanê Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ragihand ku çend nûnerên Rûsyayê bi serokê rejîma Sûriyê Beşar El-Esad re civiyane û nîqaş der barê komîteya destûrê de kirin.

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê roja înê diyar kir ku serokê rejîma Sûriyê Beşar El-Esad bi nûnerê Rûsyayê yê li Sûriyê Alexander Lafrinîev, cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Vershînîn û hindek berpirsên Wezareta Parastinê ya Rûsyayê re civiya.

Ji aliyekî din ve ajansa Interfax a Rûsyayê li ser zimanê hikumeta Rûsyayê got cîgirê serokwezîrê Rûsyayê Yury Borîsov roja şemiyê dê bi Beşar El-Esad re ji bo nîqaşên alîkariyê di aliyê bazirganî û aborî de li hev bicivin.

(bx)


Mijarên Din