Nûnerên Rêveberiya Xweser bi şandeya Belçîkayê re civiyan

Nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîn û hevdîtinan bi rêxistin û hikumetan re pêk tînin û der barê girîngtirîn dosyayên Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de nîqaşan dikin. Nûnerên Rêveberiya Xweser bi şandeyeke Belçîkayê re civiyan.

Duh şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber Bedran Çiya Kurd û hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Dr. Abdulkerîm Umer bi şandeya ji Wezareta Karên Derve ya Belçîkayê Bernard Quentin, gerînendeya giştî ya Têkiliyên Dualî Anik van Kallster, gerînendeyê Hevkarê Dozgerî yê Navneteweyî Tina Schoolers û rayedarê dosyaya Sûriye, Iraq û Îranê û şêwirmendê wezîrê karên derve Martin Verfort re civiyan û civîn li avahiya Wezareta Karên Derve ya paytext Brukselê pêk hat.

Di civînê de rewşên li Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rewşên li Idlibê û koçberan hatin nîqaşkirin.

Her wiha di civînê de hat piştrastkirin ku divê alîkariyên mirovî yên ji hêla civaka navneteweyî ve bigihîjin tevahî herêmên Sûriyê.

Her du aliyan misoger kir ku pêwîst e hevkariyeke hevbeş û koordîneyek ji bo pirsgirêka bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê û malbatên wan ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hebe.

Li ser pêwîstiya berdewamkirina civîn û dan û standinên têkildarî gelek dosyayên girîngiya xwe ji her du aliyan re heye, her du aliyan li hev kir ku civînên bi vî awayî bi domdarî li dar bixin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din