Nûnertiya Îranê: Tu planên Îranê yên êrîşî kesekî bike tune ye

Nûnertiya Îranê di Netewên Yekbûyî de got  tewanên Washington ji Îranê re ku Amerîkiyên li Iraqê hedef bigirin, îdîayên li ser bingeha raporên istixbaratê yên ne rast in û daxwaza wezareta derve ya Amerîka ku karmendên xwe ji Iraqê derkevin weke şerê psîkolojîk dijî Îranê ye.

Nûnertiya Îranê di NY`ê de di daxuyaniyê de teqez kir ku Îran planên êrîşê nake û tu gefan li tu kesî li Iraqê û hemû cîhanê çênake û wiha got: "Îran tenê parastina xwe dike û tu stratîjiyên wê yên êrîşî dewletan bike tune ye û gelê me li pêşiya şerekî psîkolojîk nû xwe radest nake."

Wezareta Karê Derve yê Amerîka hefteya çûyî ji karmendên xwe yên ne sereke di balyozxaneya xwe li Bexdayê û konsulxaneya xwe li Erbîlê xwest ku ji Iraqê derkevin.

Her wiha artêşa Amerîka roja sêşema çûyî ragihand ku hêzên Amerîka li Iraqê di rewşeke amadekariyê de ye, ji ber gefên hêzên Îranê li herêmê.

(jo)


Mijarên Din