Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Başûrê Kurdistanê: Serdana Itîlatê ji Hewlêrê re astengiya danûstandinan e

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li Başûrê Kurdistanê, serdana qaşo şendeya Itîlafa Nîştimanî ya Sûriyê ya bi serkêşiya Nesir El-Herîrî li Hewlêrê wiha wesifand: "Ew serdan zirarekê bi doza Kurd dike û li hember danûstandinên kurdî li Rojavayê Kurdistanê astengiyek e."

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li Başûrê Kurdistanê, li ser serdana şaneya itîlafê ji Hewlêrê re daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Ev serdana şandeya qaşo Itîlafa Nîştimanî ya Sûriyê ya bi serkêşiya Nesir El-Herîrî ji Hewlêrê re, bi encama ku zirarekê bigihîne doza Kurd û astengiyan li pêşberî danûstandinên Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê re bi derxe.

El-Herîrî û şandeya pê re vexwendnameya PDK’ê pêk anî. Ev serdana di rewşeke ku Rojavayê Kurdistanê di merheleyên hesas û xeternak re derbas dibe pêk hat, nesaxim dagirkirina herêmên me mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bi beşdariya itîlafê ya bi serkêşiya El-Herîrî û kesên pê re pêk hat. Van xwe avêtin hembêza dewleta Tirk û bi hemû rêbaz û sûcan hewl didin projeya neteweya demokratîk derbe bikin.

Em nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li Başûrê Kurdistanê dibînin ku ev serdan bi niyetên hevbeş ên ku zirarê bi berjewendiyên gelê Kurd û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin, pêk hat. Ev hevdîtin bi rihê neteweyî û welatparêziyê re li hev nayê, bi taybet piştî koçberkirina bi hezaran gelê me ji herêmên xwe, ji ber siyaset û lihevkirina itîlafê bi dewleta Tirk re. Ev itîlaf îro berwaza siyasî ya terorê li Sûriyê ye û di nava Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê û çeteyên DAIŞ’ê de baskên wê yên leşkerî hene û tev li şerên li herêmên dîtir mîna Lîbya û Azerbaycanê bûn. Her wiha tê zanîn ku qirkirinên ev çeteyên girêdayî itîlafê li dijî şêniyên me li herêmên ku dewleta Tirk, dagir kirine, ji sûcên şer in û şermeke li eniya mirovahiyê ye. Serdan û rêbaza pêwazîkirinê ya ji hêla Hewlêrê ve, erêkirineke li ser karê ku itîlaf li Rojavayê Kurdistanê pêk tîne. Ev yek nakevin berjewendiyên gelê Kurd û gelê Sûriyê."

(fr)

ANHA


Mijarên Din