Nûnertiya Rêveberiya Xweser nameyek ji hikûmeta Almanayayê re şand

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li Almanya bang li hikumeta Almanya kir ku desteka hewldanên bidawîkirina dagirkirina Tirkiyê ji bakurê Sûriyê re bike. Her wiha piştgiriya avakirina herêmek ewle bi çavdêriya navneteweyî bike.

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya nameyeke vekirî ji Serokwezîra Almanya  Angela Merkel bang li hikumeta Almanya kir.

Nûnertiyê di nameya xwe de destnîşan kir ku dewleta Tirk di 18`ê Adara 2018`an de li ber çavên civaka navneteweyî bajarê Efrînê dagir kir.  Di êrişên xwe de hêzên cîhadî bikar anîn. Bi vê yekê nirxên ewropî û rêgezên NATO`yê binpê kirin. Piştre rêzeêrişên xwe li dijî axa bakurê Sûriyê domandin.

Nûnertiyê di nameyê de teqez kir ku "Bajarê Efrînê ji sed hezaran koçberên gelek herêmên Sûriyê, bûbû stargehek ewle. Ev bajar di demek kin de rêveberiya xwe ya xweseriya demokratîk bi tevlibûna jinê di tevahiya saziyan de ava kir. Jin li Efrînê parastin û ewlehî peyda kir, xwe ji şerê desthilatdariyê di navbera pergala netewperest a zordest û opozîsyona islamî bi desteka Tirkiyê de dûr xist."

Her wiha nûnertiyê destnîşan kir ku hikumeta Tirkiyê ya ku demokratîk red dike, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û gavên wê yên piratîk di avakirina civakek demokratîk de li ser bingeha jiyana hevpar û aştiyê di navbera netewan û olan de wek xeteriyekê li dijî projeya xwe ya islamî ya firehkirinê li Rojhilata Navîn û hinek beşên cîhanê dibîne.

Nûnertiyê di berdewama nameya xwe de bal kişand ser ku ji ber êrişên Tirkiyê zêdetirî nîv milyon kes koçber bûn û got: "Piraniya wan di nav şertên dijwar de û dermirovî di nav gelek kampan de li herêma Şehbayê dijîn. Tevî wê jî rojane ew herêm bi moşek û topên artêşa Tirk û komên alîgirên wê tên topbarankirin. Di encamê de bi dehan sivîl di nav de jin, zarok û temenmezin dibin qurban. Her wiha artêşa Tirk û komên girêdayî wê,  li herêmên ku dagir kirine, mafên mirovan binpê dikin, sivîlan direvînin, îşkence dikin, destdavêjin jinan, milkên sivîlan didizin, şûnwarên dîrokî talan dikin, çanda herêmê wêran dikin, siyaseta asîmlekirin û guhertina demografîk bi rêya koçberkirina bi zorê bi tevahiya rêbazan pêk tîne."

Nûnertiyê diyar kir ku ev hemû tima û niyetên Tirkiyê yên osmanî di rûniştandina hebûna xwe li Sûriyê û dagirkirine wê eşkere dikin. Nûnertiyê teqez kir ku ew binpêkirin hemû bi dîmen û wêne hatine belgekirin.

Nûnertiyê bala hikumeta Almanya kişand ser raporên rêxistinên mirovî û hiqûqî yên cuda yên ku armancên rastîn ên dewleta Tirk ji dagirkirina herêmên cuda mîna Cerablus, Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û herî dawîn Idlibê eşkere dikin.

Nûnertiyê di nameya xwe de wiha bang li hikumeta Almaya kir: Almanya dikare rolek girîng di vedîtina çareseriyekê ji aloziya Sûriyê re bilîze. Ji ber ku ji aliyên siyasî û aborî ve xwedî hêz e. Em hêvî dikin ku hikumeta Almanya derfetên xwe yên dîplomasî û têkiliyên xwe yên baş bi tevahiya aliyan re bikar bîne da ku bibe aliyek erênî û xwedî bandor li pêşeroja herêmê.

Nûnertiyê di dawiya nameya xwe de dîsa bang li hikumeta Alman kir ku rola xwe ya dîrokî û girîng bilîze ji bo ku dagirkeriyê li tevahiya bakurê Sûriyê bidawî bike û bi awayekî erênî desteka kedên ku avakirina herêmek ewle bi çavdêriya NY`î dikin bike. Nûnertiyê hêvî kir ku hikumeta Almanya piştgiriya hewldanên avakirina pergalek demokratîk û federal li Sûriyê û danîna destûrek nû bi tevlibûna tevahiya pêkhateyên Sûriyê bi şêwazekê ku mafên kêmneteweyan diparêze bike.

(şx)

ANHA


Mijarên Din