Noam Chomsky banga` Tirkiyê boykot bikin` mohr kir

Professor Noam Chomsky, David Graber û Brian Eno tev li sedan akademisyan û hunermendên cîhanê bûn û banga `Tirkiyê boykot bikin` morh kirin.

Malpera "Tirkiyê boykot bikin" bang li akademisyan, hunermend û rewşenbîrên cîhanê kir ku li dijî êrîşa Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin û çalakiyên akademîk, hunerî û çandî  yên hikumeta Tirkiyê li derve û hundir, boykot bikin.

David Graber ji malpera The Canary a brîtanî sedema desteka xwe ji vê bangê re û boykotkirina Tirkiyê şîrove kir û got: "Rojava minareya hêviya gelên cîhanê ye. Niha li hember qirkirinê rû bi rû maye. Wek mirov ji me tê xwestin ku li aliyekî nesekinin."

Hemleya akademîsyen û hunermendan banga boykotkirina zanîngehên ku Tirkiyê desteka wê dike.

Malperê got: "Saziyên akademîk ên Tirkiyê bi nava kapîtalîmza Tirk û teknelojiya leşkerî fetisî ye.  şîrketên çekan dewlemendtir kirin û hewsa dewletê ya leşkerî xurt dike."

Her wiha bang li tevahiya cîhanê kirin ku şîrket û saziyên ku Tirkiyê desteka wan dike boykot bikin.

(şx)


Mijarên Din