Nordic Monitor: Tirkiyê piraniya edamên DAIŞ û El-Qaîde yên girtî serbest berdan

Malpera Siwêdê Nordic Monitor belgeyên istixbartî yên veşartî kişf kirin ku rejîma Erdogan piranî çeteyên biyanî yên ku li Tirkiyê di salên 2014- 2016’an de hatine girtin bi şibheta çalakiyên terorî, serbest berdan.

Belgeyên ku malpera Nordic Monitor belav kirine yên serjimariya veşartî ne ku beşa istixbartê ya hêzên cendirmeyên Tirk ji destpêka 1’ê Çileya 2014’an heta 30 Tîrmeha 2016’an ve li gel xwe parastibûn. Her wiha malperê raber kir ku dadgehên Tirkiyê ji bilî 224 kesan ji eslê %37 ji tevahî girtiyên bi hejmara 607’an, qeyd nekirine.

Di wê demê de hêzên cendirmeyên Tirk ên li herêmên sînor û gundan e, 311 terorên Tirk girtin. Dadmendiya Tirk jî ji bilî %39 qeyd nekirin û yên dîtir jî serbest berdan.

Li gorî agahiyan, jimara girtiyên biyanî û Tirk gihaştine 700 mêr, jin 202 û zarok jî 16 ne.

(fr)


Mijarên Din