NPG: Pêngava 1’ê Hezîranê qonaxeke herî girîng a têkoşîna me ye

Fermandariya Biryargeha NPG’ê salvegera Pêngava 1'ê Hezîranê pîroz kir û destnîşan kir ku gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê dê bi rihê fedayî bersivê bidin serdema nû û meşa serfiraziyê didomînin.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi boneya salvegera 15'an a Pêngava 1'ê Hezîrana 2004'an daxuyaniyeke nivîskî weşand. NPG’ê diyar kir ku Pêngava 1’ê Hezîranê qonaxeke herî girîng a têkoşîna wan a li dijî Komploya Navneteweyî ye.

Daxuyaniya NPG’ê wiha ye:

'”Komploya Navneteweyî 15'ê Sibata 1999'an di şexsê rêber Apo de bi neteweyî li ser gelê Kurdistanê û li ser tevgera azadiyê ya Kurdistanê konsepta tasfiyekirinê danî. Tê zanîn ku li dijî vê, rêber Apo bi rabûneke stratejîk a bi rengê dahiyane û bi pêngavên taktîk komplo pûç kir. Li ser vê bingehê, ji bo rawestandina şer û geşbûna çareseriya demokratîk, 5 salên bêşer çêbûne ku pê gelek fersend û delîve hatina afirandin. Lê dewleta mêtinger a Tirk li şûna ku van derfetan bi kar bîne, bi hatina ser kar a AKP'ê re xeta Komploya Navneteweyî pirhêlî jiyanî kiriye, siyaseta tasfiyeyê ya li ser tevgera me û polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê me bi israr domandine. Piştî ku gelek deklarasyon û projeyên çareseriyê yên ku rêber Apo û tevgera me danîne holê, bersiv ji xwe re nedîtin, pêvajoyeke nû bi rengekî sirûştî xwe ferz kiriye. Lê astengkirinên tasfiyekariya navxweyî ku girêdana wê ya bi xeta komploya navneteweyî re aşkere bû, her çendî hinekî dereng ketibe jî, di civîna Desteya Giştî ya 2'yan a KONGRA GEL de biryar li ser pêngaveke nû hatiye dayîn. Li ser vê bingehê pêngava 1'ê Hezîrana 2004'an di têkoşîna me de serdemek vekiriye û rê li ber geşedanên girîng vekiriye.

Di serî de hevrê Erdal, Adil, Nûda û heta bi hevrê Xebat heta Delal, Atakan, Çetîn, Azad, Armanca û Doganan ku ev pêvajo bi ked û hewldaneke mezin ava kir û bûne pêşengên wê yên pratîk û di vê pêvajoyê de bi lehengî şehîd bûne, hemû şehîdên me yên pêşeng bi hurmet û minet em bi bîr tînin, em sond dixwin ku bîranîna wan di meşa ‘Rêbertiya azad, Kurdistana azad’ de bidin jiyandin.

Çawa ku Pêngava 15'ê Tebaxê ya bi nav û deng li djî polîtîkayên qirkirinê, pêşî li tunekirinê girtibe û bi vejînê, pirsgirêka Kurd derxistibe holê û rê li çareseriyê vekiribe, pêngava dîrokî ya 1'ê Hezîranê jî, li dijî xeta komployê ya navneteweyî, ji bo ku veguherîna ser Rêbertiya azad, Kurdistana azad, bûye yek ji pêngava herî girîng a dîroka têkoşîna me. Bi pêngava nûbûna mezin a rêber Apo û bi nûbûna îdeolojîk a ku paradîgmaya demokratîk ekolojîk a li ser  şoreşa jinê ava bûyî û bi kelecaniyeke mezin Pêngava 1'ê Hezîranê bûye xerca civakîbûyinê, tevgera me ne tenê li Bakur, li çar parçeyên Kurdistanê kiriye hêzeke mezin a civakî. Bi vê nûbûn û bihêzbûnê re pradîgmaya nû ya rêber Apo û xeta têkoşînê li Rojhilata Navîn dibe aktorekî girîng û her wiha bi asta navneteweyî li dijî modernîteya kapîtalîst vebijêrka modernîteya demokratîk daniye holê.

Li ser hîmê xeta parastina aktîf a pêngava 1'ê Hezîranê, tevgera me ne quncifî ye, bûye hêzeke ku mezin dibe, radibe ser piyan û ji bo hemû herêmê û derdorên çewisandî dibe hêvî. Li gel vê, rêber Apo ku ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bi rengekî hê berfirehtir bi Danezana Newroza 2013'an ji raya giştî re aşkere kirî, çareseriya pirsa Kurd, çareseriya ji binî ve ya pirsgirêkên  Tirkiyê û gelên herêmê daniye holê, ji bo çareseriya bi aştî û demokratîk kêferateke mezin kiriye. Mêtingeriya Tirk ku bi şer û tundiyê bersiv daye vê û li ser polîtîkaya şer rawestiya, bi hevalbendiya AKP-MHP'ê, bi asta bilind bûye klîkeke faşîst, bi rêgeha ku ketinê, ji bo gelên Kurdistanê, Tirkiyê û herêmê hatine asteke talûkeyê.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku li dijî vê jihişketina faşîstî bi perspektîfa şerê şoreşgerî yê gel têkoşîn geş kirî, li hêlekê pêvajoya berxwedana dîrokî geş kiriye, hedefa esasî ya vî şerî bûye pergala tecrîda mitleq û êşkenceya psîkolojîk a Imraliyê. Bi rawesta Rêberî ya li dijî vê pergala Imraliyê, bi berxwedana ku gelê me û saziyên siyasî yên ku xwe dispêrin ser gelê me, polîtîkaya qirkirinê ya ejîma Tirk a faşîst a bi pêşengiya Erdogan careke dî hatiye têkbirin.

Di van rojan de ku em salvegera 15'an a a Pêngava dîrokî ya 1'ê Hezîranê pêşwazî dikin, grevên birçîbûnê û rojiya mirinê yên li girtîgehan, weke parçeyek ji pêngava, 'em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin' geş bûyî, li welêt û li derveyî welat bûye xwedî karekterekî civakî û gav bi dijmin ve daye avêtin û ev jî mînaka vê ya aşkere ye. Bêguman a ku geşedanên van 15 salên dawî derdixîne holê, rih didiyê, radike berxwedanê û gav bi gav bi serfiraziyê ve diçe, rih û biryardariya Pêngava 1'ê Hezîranê ye. Gerîlayên  Azadiyê yên kurdistanê, bi zêdetirkirina vê biryardariya xwe, bi perspektîva xwe ji nû ve avakirinê û rihê fedayî yê serdema nû, bi wê biryardariyê ye ku ji pêvajoyê re bibe bersiv û meşa serfiraziyê pêk bîne.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku xwe dispêrin rihê Apogerî yê fedayî, tecrûbeyeke kûr, kûrbûna îdeolojîk, di vê serdema girîng a dîroka têkoşîna me de, bi jiyîna nûbûneke mezin, bi afirînerî û kûrbûna taktîk û teknîk wê karibe bersivê bide pêvajoyê û bi performansa gerîla ya ku serdema me hewce dike,  daye ber xwe ku sala 16'an a Pêngava 1'ê Hezîranê bike sala mezin a têkoşînê. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku bi çarçoweya pêngava, 'em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin' wê bi rista xwe rabin,  bi  moral û coşiyeke mezin wê salvegera 15'an a Pêngava 1'ê Hezîranê pîroz bikin û bi teqezî bi ser bikeve ku bi rengekî xurt derbasî serdema nû bibe.

Li ser vî hîmî, salvegera Pêngava 1'ê Hezîranê, em li hemû gelê xwe, li dostên xwe û li hemû hevrêyên xwe pîroz dikin, di salvegera 16'an a pêngava 1'ê Hezîranê de, serkeftinê ji wan hemû şervanên azadiyê re dixwazin ku wê meşa Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad bi biryardarî pêk bînin.”


Mijarên Din