NPG'ê şehîd Xemgîn Setkar bi bîr anî

Fermandariya NPG’ê diyar kir ku gerîlayê bi navê Abdullah Temel (Xemgîn Setkar) di êrîşa hewayî ya 26'ê Gulanê şehîd bûye û sersaxî ji malbata wî û gelê Kurdistanê re xwest.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku li Metînayê di êrîşa hewayî ya 26'ê Gulanê de gerîlayê bi navê Abdullah Temel (Xemgîn Setkar) şehîd bûye û sersaxî ji malbata wî û gelê Kurdistanê re xwest.

Daxuyaniya NPG’ê wiha ye:

"Ji ber êrîşa hewayî ya artêşa TC a dagirker a 26'ê Gulanê, li herêma Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê hevrêyê me yê hêja Xemgîn Setkar (Abdullah Temel) gihîşt şehadetê.

Nasnav: Xemgîn Setkar
Nav paşnav: Abdullah Temel
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
navê dayikê: Hediye

Navê bav:Îsmaîl
Cih û dîroka şehadetê: 26 Gulan 2019 / Metîna

Hevalê me Xemgîn (Abdullah Temel) ji gundê Setkarê yê navçeya Elkê ye. Ji malbateke welatparêz a eşîra Giravî ye ku malbata wî ji pêngava 15'ê Tebaxê ve di nava têkoşîna azadiyê de keda xwe heye. Hevalê Xemgîn yek ji wan kesan bû ku bi welatparêzî, şoreşê û şehîdan re gelekî girêdayî bû. Polîs û cendirmeyên dewleta TC a mêtinger gelekî îşkence lê kir û salên dûr û dirêj di zindanê de ma. Lê belê ji xeta berxwedanê tu carî venegeriya, tevî ku berdêlên giran dan di berxwedanê de israr kir û gavek jî bi paş de neavêt. Têkoşîna xwe di 9 salên dawîn de wek milîtan û kadroyekî PKK'ê domand û di asta bilind de bû gerîlayekî profesyonel. Li herêmên Metîna û Heftanînê wezîfeya xwe ya fermandariya têkiliyên bi gel re bi rengekî serkeftî meşandin. Bi cesaret, duristî, welatparêzî û kesayetiya xwe ya gelparêz di nava gelê herêmê de bû xwedî cihekî taybet. Di emrê xwe re bi girêdana xwe ya bi xakê û nirxên civakî, bi welatparêziya herêma me ya Botanê, bi temsîliya xurt a xeta Rêbertî û şehîdan bû kesayetekî şoreşger ê mînak. Di serî de malbata hevalê me yê Xemgîn, em sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê hesab ji dewleta TC a mêtinger bipirsin û hêjayî wî bin. Em bang li gelê xwe yê Botan û Behdînanê dikin ku xwedî li xeta welatparêziyê ya heval Xemgîn derkevin û li dijî dewleta TC a mêtinger û faşîst û hevkarê wan derkevin."


Mijarên Din