​​​​​​​Nûrî El Xelîl: Em ê bi hemû hêza xwe şaneyên DAIŞ`ê tune bikin

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Nûrî El Xelîl diyar kir ku tevgerên şaneyên DAIŞ`ê di vê dawiyê de li herêmê bi armanca vejandina DAIŞ`ê zêde bûn. Her wiha destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker destekê dide van şaneyan da ku timayên xwe yên mêtinger pêk bîne û eşkere kir ku hêzên leşkerî amade ne li hember van şaneyan bisekinin.

Şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê hîna li ser herêmê xetere ne. Dem demê çalak dibin. Endamên saziyên sivîl û bendên ewlehiyê li gundewarên Dêrazorê dikin hedef. Lê Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê li dijî van şaneyan û ji bo sepandina ewlehiyê li herêmê hemleyên ewlehiyê li dar dixin.

Têkildarî mijarê ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Nûrî El Xelîl ji ajansa me re axivî û got: “Fişarên mezin ji derve li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene ku dixwazin van şaneyên DAIŞ`ê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker çalak bikin û ji bo wê jî destekê didiyê. Di encamê de ev şane, teqînan pêk tînin, rêveber û fermandarên herêmê dikin hedef, da ku ewlehiya herêmê têk bibin.”

Nûrî El Xelîl balkişand ser hewldanên hêzên leşkerî ji bo têkbirina van hewldanan û got: “Hêzên me êrişên van şaneyan têk dibin. Hemelyên ewlehiyê li dijî wan li dar dixin bi taybet li herêmên Dêrazorê.”

Nûrî El Xelîl wiha domand: “Di vê dawiyê de şaneyên DAIŞ`ê, gelek navendên hêzên me li Dêrazorê kirin hedef. Hêzên me jî ew şopandin û gelek ji wan girtin.”

Her wiha Nûrî El Xelîl dauxyand ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) hemleyeke ewlehiyê li kampa Holê li dar xist, di çarçoveya wê hemleyê de gelek çek û cebilxane desteser kirin, gelek şaneyên terorîst girtin ku bûyerên teqîn û kuştinê li herêmê pêk dianîn.

Der barê armanca çalakbûna van şaneyan de di vê dawiyê de, Nûrî Xelîl got: “Ev şane gelek xetere ne. Hewl didin sazûmaniya DAIŞ`ê vejînin, lê em nahêlin ev yek pêk were. Em nahêlin tu kiryareke terorîst li herêmên me pêk werin.”

Nûrî El Xelîl wiha pê de çû: “Yê herî zêde sûd ji tevgera şaneyên DAIŞ`ê digire, dewleta Tirk a dagirker e ku hewl dide axa me dagir bike, ji bo wê destekê dide wan şaneyan da ku berjewendî û timayên wê pêk bînin.”

Di dawiyê de Nûrî El Xelîl got: “QSD û Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê dê li hember hemû hewldanên têkbirina ewlehiya herêmê li ber xwe bidin û bersivê bidin. Dê şerê wan şaneyan bikin.”

QSD`ê, ji bo tunekirina xetereya şaneyên DAIŞ`ê li Dêrazorê piştî ku êrişî navendên leşkerî yên li herêmê kirin, hemleyeke ewlehiyê li herêma Kiber a rojavayê Dêrazorê li dar xist.

(dm)
ANHA

Mijarên Din