NRLS dê forumekê der barê qirkirina etnîk û guhertina demografiyê de li dar bixe

Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) dê forumekê li ser qirkirina etnîk û guhertina demografiyê ya ku artêşa dewleta Tirk a dagirker li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, li dar bixe.

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastî qirkirina etnîk a sîstematîk bi destê dewleta Tirk a dagirker tê. Ev qirkirin ji destpêka dagirkirina Efrîn û heta dagirkirina herêmên Serêkaniyê û Girê Spî didome.

Da ku sûcên ku artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê pêk anîne, lêkolîn bikin, dê NRLS forumekê li ser qirkirina etnîk û guhertina demografiyê li dar bixe. Tê de dê li ser ajande, îdîa (angaşt) û stratejiyên berxwedanê bên lêkolînkirin. Forum dê di 18’ê vê Kanûnê de bê organîzekirin.

Endama komîteya amadekar a forumaê Leyla Siwar wiha got: "Armanc ji vê forumê, lêkolînkirina tevahî binpêkirinên artêşa dewleta Tirk a dagirker ji qirkirinên etnîk û guhertina demografiyê ye."

Leyla da zanîn ku dê forum rojekê bidome û dê li ser gelek mijaran di 3 rûniştinan de goftûgoyê bikin.

Li gorî Leyla Siwar, rûniştina yekemîn dê li ser aliyên siyasî û dîrokî yên qirkirina etnîk û guhertina demografiyê be, ya duyemîn jî dê li ser aliyê hiqûqî ya qirkirina etnîk û guhertina demografiye be û ya sêyemîn jî dê li ser çareserî û pêşniyarên sînordarkirina qirkirina etnîk û guheratina demografiyê be. Dê forum bi encamên girîng bi dawî bibe.

Dê di forumê de zêdetirî 100 kesayetên ji pisporên aliyên qirkirina etnîkî û guhertina demografiyê ji siyasetmedar, hiqûqnas, rewşenbîr, nivîskar, nûnerên ji saziyên civaka sivîl, birîndar, malbatên şehîdan, saziyên mafên mirovan, akademîsyan û nûnerên ji pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade bibin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din